Civak

Tirkiye ji bo rakirina dorpêça li ser firokexaneya Silêmaniyê merca datîne

Parêzgarê Silêmaniyê serdana Bexdayê dike, jibo ku hewleke nû bide destpêkirin heta ku Tirkiye dorpêça ser firokexaneya Silêmaniyê rake. Endamekî serkirdatiya YNKê jî dibêje, hewlên wan bo asayîkirina pêwnediyên navbera Tirkiyê û YNKê bê encam bûne û Bexda jî nikare guvaşê li Tirkiyê bike, jibo rakirina dorpêça ser Firokexaneya Silêmaniyê.
Piştî şeş mehan ji wê dorpêça ku Bexdayê bi sedema encamdana referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê xiste ser herdu firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê, kompaniya Mahan a Îranî yekemîn geşta esmaniya xwe bo Firokexaneya Hewlêrê pêk anî û piştî wê jî gelek kompaniyên din li pey hev hatin û hatinûçûna firokeyan ji Tirkiyê û welatên ewropî û erebî ve dest pê kir. Lê belê heta niha Tirkiyê biryar nedaye, ku esmanê xwe li ser Firokexaneya Silêmaniyê veke, ew jî weke bertekek piştî bûyera 3ê Tebaxa sala 2017 ku du karmendên dezgeha MÎTê ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê ve li havîngeha Dûkanê hate revandin.Berdevkê Polîtboruya YNKê, Seidî Ehmed Pîre red dike, ku di civînên wan ên li gel Konsulê Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê de, behsa rakirina dorpêçên ser Firokexaneya Silêmaniyê hatibe kirin û dibêje: “Em her carê ku li gel wan rûniştibin, me behsa pêkanîna hikûmeta nû ya iraqê û hewlên aliyên siyasî yên bo vê armancê kiriye û em neçûne nava hûrgiliyan.”Seidî Ehmed Pîre herwiha got: “Kêşe ewqas aloz û mezin nînin ku neyên çarserkirin.”Roja 3ê Tebaxa sala bihorî hemû tiştek di navbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Tirkiyê de têkçû, dema ku du karmendên MÎTa Tirkiyê li havîngeha Dûkanê ji aliyê komeke gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatin revandin û piştre bo Qendîlê hatin veguhastin. Hikûmeta Tikriyê ji bo azadkirina wan her du kesên revandî her zû dest bi hewldanan kir. Roja 23ê Tebaxa 2017an Wezîrê Derve yê Tirkiyê li Hewlêrê li gel şandeke YNKê civiyabû û daxwaza azadkirina wan du karmendên MÎTÊ kiribû, lê belê civîn bêyî ti sozekê bi dawî hatibû. Berteka tund a Tirkiyê roja paştir derket, dema ku Enqerê Nûnerê YNKê yê li Tirkiyê, Behrûz Gelalî ji wî welatî kire derê.Edamekî serkirdatiya YNKê jî ku nexwest navê wî were aşkerekirin, ji Rûdawê re da xuyakirin, ku Tirkiye hincetan digre û bê sedem YNKê tohmetbar dike. Wî berpirsê YNKê got: Tirkiye daxwaza derxistina PKKê ji Herêma Kurdistanê û rawestandina çalakiyên wan dike, di demekê de ku bi xwe jî nikare wê yekê bike.Wî berpirsê YNKê herwiha diyar kir: “Divê Tirkiye rastiyan bibîne, YNK dixwaze pêwendiyên xw eli gel Tirkiyê asayî bike, lê belê bi baweriya min jibo vê yekê demeke dirêj pêwîst e û herî dawî Tirkiye dê tîbigihe ku têgihîştin û nirxandina wê bo tiştan dirist nebûye.”Rêveberê Giştî yê Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê, Tahîr Ebdullah jî dibêje: “Heta niha ti pêşhateke nû nîne bo destpêkirina geştên Tirkiyê di rûyê Silêmaniyê de, heta ne tenê ji bo firokexaneyên xwe, lê belê rê nade esmanê wî welatî jî were bikaranîn bo her firokeyekê ku ji cihekî din vet ê Firokexaneya Silêmaniyê.”Tahîr Ebdullah dibêje: “Mixabin bi qasî ku me jibo vî mijarî kar kir, lê belê hikûmeta Iraqê ti bertekeke erênî nebûye, gelek xemsarî pê ve xuya ye, li cem wan qet ne giring e di vê dema niha de, em li benda birêz Heyder Ebadî bûn ku me nameyeke taybet pêşkêşî wî kir, ku bersiva me bide, lê heta niha ti encamek nebûye.”Li gorî zanyariyên Rûdawê ku ji berpirsên Firokexaneya Silêmaniyê ve bi dest xistine, berî vê biryara Enqerê ya derbarê Firokexaneya Silêmaniyê de, 30% heta 40% geştên Firokexaneya Silêmaniyê ber bi Tirkiyê ve bûne.Parêzgarê Silêmaniyê, Heval Ebûbekir bo pirsa dubare destpêkirina geştên esmanî yên navbera Firokexaneya Silêmaniyê û firokexaneyên Tirkiyê, roja Yekşembî 5ê Tebaxa 2018an serdana Bexdayê kir û biryar e li gel berpirsên pêwnedîdar ên hikûmeta Iraqê û herwiha berpirsên Balyozxaneya Tirkiyê bicive.Heval Ebûbekir di konfranseke rojnamevanî de ragihand: “Di çarçoveya hewlên xwe yên ji bo destpêkirina geştên navbera Firokexaneya Silêmaniyê û Tirkiyê de, ez serdana Bexdayê dikim û em dê li gel berpirsên Iraqê û Tirkiyê bicivin û behsa destpêkirina geştan bikin.”Heval Ebûbekir herwiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li ser hewlên xwe berdewam e bo vekirina esmanê Tirkiyê di rûyê Firokexaneya Silêmaniyê de.”

Rûdaw

Back to top button