Polîtîk

Îran û operasyona hevbeş

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK ev 2 roj in di navbera Tirkiye, Îran û Iraqê de bûye rojev û di derbarê wê de agahiyên nû belav dibin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Sûleyman Soylu eşkere dike: Areteşa Tirkiye û Arteşa Îranê li ser sînorên xwe dijî gerîlayên PKKyê operasyoneke hevbeş kirine. Soylu dide zanîn ko wî ji bo vê operasyonê 3 caran serdana Tehranê kiriye û berpirsên Îranê jî çend caran çûne Tirkiyeyê.

Sûleyman Soylu: “Îro danê sibê seet 8an de li ser sînorê me yê rojhilat dijî PKKyê me digel Îranê opeerasyoneke hevbeş kir. Di dîroka me de yekemîn car bû ko me digel Îranê operasyoneke hevbeş kir. Emê piştre encamên operasyonê eşere bikin. Em nahêlin PKK bijî û emê dawiya wê bînin.”

Lê piştî van daxûyaniyan hê çend seet jî derbas nebûbû, Îran bi daxûyaniyeke lezgîn, axaftina Suleyman Soylu derew derxist. Berpirsekî pilebilind ê leşkerî yê Îranê ragihand ko wan digel Tirkiyeyê dijî PKKyê operasyoneke hevbeş nekirine.

Ji vê derewderxistinê mirov têdigihe ko Suleyman Soylu bi agahiyên nerast bangeşeyên hilbijartinê dike.  Lêbelê civîneke li Şamê bala gelek kesan kişand ser xwe. Wezîrê Berevaniya Suriyeyê û her du serokerkanên Îran û Iraqê li Şame kombûneka hevbeş kirin. Serokerkanê Îranê Mihemed Baqirî ragihand ko ewlekariya Îran, Suriye û Iraqê yek e. Bi taybetî divê rêz li mafê serweriya Suriyeyê were girtin û di şerê dijî terorê de alîkariya wan a bo Suriyeyê dê berdewam bike.

Wezîrê Berevaniya Suriyeyê Elî Ebdullah Eyûb jî dibêje divê Amerîka ji Suriyeyê derkeve û çi bi aşitî, çi jî bi şer ewê bajarên kurdan careke din bidest bixin.

Balkêş e ev îdia û axaftinên henê piştî şerê hêzên PKK û Arteşa Îraqê  belav bûn. Di şeva 17ê Adarê de li Şengalê di navbera hêzêm PKK û Arteşa Iraqê de şer derketibû û 2 leşkerên Iraqê û 2 endamên PKKyê canê xwe ji dest dabûn.

Back to top button