Polîtîk

Tirkiyê Geliyê Bazê bombebaran kir

Firokeyên Tirkiyê Geliyê Bazê li sînorê Kanî Masê li qezaya Amêdiyê bombebaran kirin. Balafirên Tirkiyê projeyekî avê jî jinav biriye û ziyan gihandine 4 xaniyan jî.

Ji doh ve êrîşên artêşa Tirkiyê li sînorê Başûrê Kurdistanê zêde bûne û hêzekî zêde jî anî ye wê navçeyê û her wiha bombebaran jî her berdewam e. 

Balafirên şer ên Tirkiyê geliyê Bazê yê li sînorê navçeya Kanê Masê ya Başûrê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kirin.

Rêveberê Bajarokê Kanî Masê Serbest Sebrî ji Rûdawê re ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyê geliyê Bazê yê li sînorê wê navçeyê bombebaran kirine û ji ber wê bombebaranê projeyekî avê jinav çûye û her wiha ziyan gihîştiye 4 xaniyan jî ku li nêzîkî cîhê bombebaranê bûne.

Rêveberê nahyeya Kanî Masê, Serbest Sebrî wiha got: “Firokeyên Tirkiyê Geliyê Bazê li sînorê Kanî Masê ya Amêdiyê bombebaran kirin û bombebarana firokeyên Tirkiyê projeyekî avê têk da û zerar gihand 4 xaniyan.”

Back to top button