Tirkiye êrîşê Çiyayê Kurda dike !
Êrîşa Tirkiye li ser devera Çiyayê Kurmênc (Efrin) di rojevê deye. Devera Efrinê hemû dikeve li ser sinorê Kurdistana Bakur. Tirkiye hemû amadebaşîyê dike ku, bikevê Efrinê de. Efrin di bin bandora YPGê de ye.Tirkiye leşkerên xwe li ser deverên sinor cih kirine û eve du rojin baregehên YPGê topbaran dikin. Rewş gelekî aloz e. Lê Tirkiye ji bo êrîşkirina Efrinê, xwe amade kiriye û ji bo vê pişgiriya Rusya jî girtiye. Yani ne Amerika û ne jî Rusya li dijê êrîşa Tirkiye ya Efrinê deng dernayêxe.Rejima Esad naxwaze Tirkiye êrîşê Efrinê bike , ji ber ku Suriye vê êrîşê li ser axa Suriye qebûl dike. Lê tê zanin ku demekî Rusya ji YPGê daxwaz kir ku Efrinê radestî Suriye bike. Amerika heta ji berî çend rojan jî dida xûyakirin ku, nabe Tirkiye êrîşê Efrinê bike. Lê dixweyê Amerika niha elaqa xwe jê nayne.Ji aliyek din ve , YPG hinek hêzên ereb tercihê hêzên nava ENKSê de kir. Yani YPG rê neda pêşmergeyên Roj bikevin Kurdistana Rojava de. Pêşmergeyên Roj hêzek gelek xort e û perwerdeyên baş dîtine. Bi awayek din mirov dikare bêje Pêşmergeyên Roj hêzek leşkerî ya profesyonel e. Pêşmergeyên Roj li Kurdistana Başûr li dijê DAÎŞ û Heşda şeibî şerên serkevtî kirine.Lê mixabin li himber hemû hewldana YPGê rê neda vê hêza kurd a amade. Eger îro pêşmergeyên Roj li Rojavayê Kurdistanê bûna, gelek welatan nikariya tehdîtan bikin û siyaseta Amerika û Rusya jî di derbarê Kurdistana Rojava de, dê cidîtir bûya.Heman tişt li Kurdistana Başûr hate jiyandin. Eger 16 oktoberê de xiyaneta mezin nebûya, û hinek hêzên bi nav kurd li gel rejima Bexda hevkari nekirîbûna û neketina di bin fermana fermandarê Îranî Qasim Silêman û xencer li paşve li hêzên pêşmergeyan nedabûna dê tu cara hêzên Iraqê û milîsên Şîe nekaribûya bikevin Kerkûke û îro rewşa Başûr gelek cuda bûya.Lê Mixabin dixweyê heman tişt li Rojava tê jiyandin. Nabê hema bi awayek atifî kurd bêjin , bila Tirk nekevin Efrinê. Raste nabê Tirkiye bikeve Efrinê. Dema Tirk Efrinê dagir bikin li ser deverê pêşerojê de mafê kurda li deverê gelek aloz dibe û kurd nikarin li ser deverê gotubêjê serkevtî bikin.Hingê tenê herêma Cizîrê dimine destê Kurdan de. Lê bi vê zêhniyeta PYDê dê nikaribin li devera Cizîrê jî xweditiyê bikin. Heta Kurd li Rojava nebin yek û hevkariyek li ser bingehê Kurd û Kurdistanê ava nekin û hêzên xwe nekin yek, bi serê xwe kesek nikare li Kurdistanê xwedî derkeve.Sibe Amerika xwe ji deverê bide aliyekî, ihtimala mezin dê hêzên YPGê bikevin bin bandora rejima Suriye.Rastiya Efrinê eve . Lê mixabin ev yek çikas ji aliyê Kurdan ve hatiye famkirin nayê zanin.Nûçe/analîzRojevakurd