Tirkîye: Em amade ne petrola Kurdistanê bişînin
Li gor rapora “Iraq Oil Report”, Tirkîyê di destpêka meha cotmehê de bi daxuyanîyek fermî ji rayedarên Iraqî re ragihand ku ew amade ne dest bi şandina petrola Herêma Kurdistanê bikin.
Li gor rapora BOTAŞ q ku roja 2ê Cotmeha 2023an ji Şîrketa Bazirganîya Nefta Iraqê (SOMO) re şandiye, rayedarên hikûmeta Iraqê bi awayekî fermî hatine agahdarkirin ku xeta borîya petrola Iraq-Tirkiye ji bo şandina petrolê amade ye.
Di daxuyanîya BOTAŞê de hatiye gotin, “Dibe ku şandina petrola Herêma Kurdistanê roja Çarşemê 4ê Cotmehê carek din dest pê bike”.
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî di axaftina xwe ya di panela “Hefteya Enerjîyê” ya li Moskowayê de ragihand ku Tirkîyê bi fermî hikûmeta Iraqê agahdar kiriye û ji bo şandina petrola Herêma Kurdistanê amade ye.
Piştî biryara Dadgeha Hakemanîya Navdewletî ya Parîsê, di 25ê Adara 2023an de hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji bendera Ceyhanê hatibû rawestandin.