Polîtîk

Tirkiye dixaze derbasî Sûriyeyê bibe

Hikûmeta Tirkiyeyê ku biryar daye li hemberî pêla koçberiyê ya ji Sûriyeyê, deriyê xwe yê sinorî yê digel Sûriyeyê negire, niha jî gotûbêjê li ser tedbîrên bo egera ‘zêdebûna jimara koçberên sûrî’ dike.

Li gor nûçeya rojnameya Hurriyetê ya tirkî, karbidestên wezareta derve ya Tirkiyeyê ragihandine ku eger sed hezaran welatiyên sûrî pena bibin ber Tirkiyeyê, avakirina herêmeke tampon dê bibe yek ji alternatîfên dewleta Tirkiyeyê.

Karbidestên tirk dane zanîn ku ew niha gotûbêjê li ser pêkanîna herêmeke tamponê dikin lê ev hizir di demeke nêzîk de nakeve qonaxa bicihanînê tenê gotûbêj li ser tê kirin.

Serokwezîrê Tirkiyeyê di çarçoveya bernameyeke televîzyonî de ragihand ku rêveberiya Sûriyeyê kontrola xwe ya di beşê xwe yê di nava sinorên Hatayê de ji dest daye û got, “ Niha li Halebê li gor xwe hin tedbîran digirin. Li Halebê malbatên ku merivê wan li ba me ne, gelek in û em li wir tedbîran digirin. Em amadekariya xwe dikin û çi pêwîst be em amade ne bikin, lê roja înê û yekşemê gelekî girîng e.”

Back to top button