Tirkiye di lîsteya “metirsiyên li ser Îsrail “ de cih girt
Piştî bûyerên dawî li herêmê û taybetî helwesta Tirkiye li rojhilatê Behra Sipî, dewleta Îsrail jî care yekeme ku Tirkiye û siyaseta ku Tirkiye rêve dibe ji bo xwe wek metirsiyekî dibêne û ev yek kir lîsteya metirsiyên welatê xwe de.
Li gora nûçeya rojnameya The Times of Israel , ji bo siyaseta Tirkiye ya rojhilatê Behra Sipî ihtimala ku hinek pirsgirêk di navbera Îsrail û Tirkiye de derkevin hene. Di nûçeyê de dibêje ku, Îsrail û Tirkiye rasterast nayên li himberê hev, lê divê Îsrail Tirkiye wek metirsiyekî bibîne û li gora vê jî xwe amade bike.
Herweha rojname berdewamiya nûçeya xwe de dibêje ku, siyaseta êrîşkar a serokkomarê Tirkiye dihêle ku Îsrail haj xwe hebe, lê tê zanîn ku heta vê gavê jî pêwendiyên dîplomatîk di navbera herdu welatan de başin.
Îsrail salane rapora hêzên xwe yê çekdar amade dike û metirsîyên li ser welatê xwe dide kifşkirin û li gora vê jî tevdigere.
Tê zanîn ku ji bo rojhilatê Behra Sipî Tirkiye û Îsrail her demî dikare bê himber hev. Îsrail îsal ji bo xeteka boriya gaza sirûştî li gel Yunan û Qibrisê protokolek îmze kiriye. Projeya xeta boriya EastMed, dê gaza Qibrisê bi rêya Îsrailê 900 kilometreyî bighîne Ewropayê. Tirkiye ji vê yekê gelek acize û tengav bûye. Li himber vê Tirkiye girêbestek li gel Libyayê kiriye ku bikaribe di Behra Sipî de li petrolê û gazê bigere.