Tirkiye di Endeksa Têgihîştina Demokrasiyê de di rêza dawî de ye
Tirkiye di Endeksa Têgihîştina Demokrasiyê ya 2024an de di rêza dawîn de cîh girt. Ji her 5 kesên ku li Tirkiyê beşdarî anketê bûne 3 ji wan diyar kirine ku welatê wan bi têra xwe ne demokratîk e.
Encamên îsal ên Endeksa Têgihîştina Demokrasiyê ya ku têgihîştina demokrasiya li 53 welatan dinirxîne bi raya giştî re hat parvekirin.
Di vê anketê de Tirkiye di nav welatên ku herî zêde “kêmasiya demokrasiyê” lê heye cîh girt.
Cûdahiya demokrasiyê ferqa ku mirov çiqas girîngiyê dide demokrasiyê û welatê xwe çiqasî demokratîk dihesibîne nîşan dide.
Pirsa ku li Tirkiyê ji beşdaran hat kirin ev bû: “Ji bo we çiqasî girîng e ku welatê we demokratîk be?” û “Li gor we welatê we çiqasî demokratîk e?”
Ferqa di navbera bersivên pirsan de 44 xal bû.
Tenê 4 welat ji Tirkiyê paşdetir man. Di rêzên dawîn ên lîsteyê de Yewnanîstan bi 51 pûanan, Venezuela û Macarîstan her yek bi 50 pûanan û Ukrayna jî bi 48 puanan cîh girtin.
Welatên ku ferqa wan a herî piçûk hebû Îsraîl û Swîsre her yek bi 11 pûanan bûn. Piştî van welatan Hindistan, Taywan, Norwêc, Vîetnam, Sîngapûr û Erebîstana Siûdî her yek bi 12 pûanan cîh girtin.
Ji sedî 40 ê beşdaran diyar kirin ku welatê wan bi têra xwe ne demokratîk e, ji sedî 46 jî gotine “bi qasî ku pêwîst be demokratîk e”, ji sedî 13 jî gotiye “pir demokratîk e”.
Tirkiye di rêza 47emîn de ye
Li Tirkiyê ji her 5 kesên ku beşdarî anketê bûne 3 ji wan diyar kirine ku li welatê wan “demokrasiyek têr tuneye”. Bi vê rêjeyê Tirkiye di nav 53 welatan de bû 47emîn. Welatên li jêr Tirkiyê Îran, Endonezya, Macaristan, Yunanistan, Perû û Venezuela bûn.