Polîtîk

Tirkiye dest êrîşa rojhilatê Firatê kir

Tirkiye dest êrîşa xwe ya rojhilatê Firatê kir. Operasyona Tirkiye li gel hêzên Artêşa Azad a Suriye tê kirin. Ji doh ve gelek çakdarên Artêşa Azad derbasî Tirkiye bûn da ku ew li gel hêzên Tirkiye derbasî rojhilatê Firatê bibin.

Tirkiye eve demek dirêje amadekariyê dike ku bikeve rojhilatê Firatê de, herî dawî bi riza Amerika û pişgiriya Rusya Tirkiye xwe bi temamî ji bo êrîşê amade kir. Îro demjimêr 16.00 Erdogan destpêkirina êrîşê di hesabê xwe yê Twîtterê de da ragihandin.

Tirkioye dirêjahiya 120 kilometra ji Grê Spî heta Serêkaniyê dikeve nava axa Suriye û rojavayê Kurdistanê de. Ji bo vê yekê jî îro bi balefira êrîşê hinek xalên leşkerî yê HSD kir û dê piştre jî bejahiyê de bikeve di nava axa Suriye de. Pentagon dabû xûyakirin ku , ew nahêlin Tirkiye xeta ezmanî bi karbînin.

Li gora çavderên siyasî tu berxwedanek bi hêz li himber Tirka nabe. Ji ber ku Amerikayê hêzên xwe kişandine û HSDê jî xwe ji hinek deveran daye aliyekî. Lê cardin ihtimala ku di hinek deveran de şer li gel HSDê bête kirin geleke.

Back to top button