
Dije Terora Kurdistanê daxûyakirin ku, firokeyeke a artêşa Tirkiyê otomobîleke çekdarên PKKê li devera Şarbajêr kire armanc û di encamê de 4 çekdar hatine kuştin û çekdarek jî birîndar bûye.
Di daxuyaniyekê de Dije Terora Kurdistanê dibêje: “Êvara 28ê Tîrmeha 2023an, di demjimêr 20:00an de, firokeya bêfirokevan a artêşa Tirkiyê otomobîleke çekdarên PKKê li nêzîkî gundê Rengêne yê li devera Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê kire armanc û di encamê de êrîşê 4 çekdar hatine kuştin û çekdarek jî birîndar bûye.”