CîhanRojev

Tirkiye biryara serokê Amerikayê red dike

Bi minasebeta 24ê Nîsanê ku ev roj wek salvegera komkujiya Ermeniya ji aliyê Osmaniya ve di sala 1915ê hatiye kirin de, serokê Amerikayê Biden ev bûyer wek Komkojî nav kir.

Tirkiye ji vê yekê gelek nerazîbû. Di serî de hukumet û hemû partiyên siyasî li Tirkiye li himber vê helwesta Biden bertek nîşandan û dan xûyakirin ew hemû li gel îradeya Millî ne û pişgiriya Erdogan û hukumetê kirin.

Wezereta derve ya Tirkîye bangî balyozê Amerika kir û bi awayek fermî ne razîbûna xwe di vê derbarê de gihandin Amerikayê.

Wezereta Derve ya Tirkiye di derbarê helwesta Biden de daxûyaniyek ragihand û dibêje: Em daxuyaniya ku Serokê Amerîkayê di 24ê nîsanê de derbarê bûyerên 1915ê de daye qebûl nakin û bi tundî lenetê dibarînint. Ti buhayê daxuyaniya Serokê Amerîkayê ku ne ji aliyê hiqûqê ve û ne jî ji aliyê exlaqî tuneye. Serokê Amerika nikare ne karê wiye di mijarên dîrokî de hikmê bide.

Back to top button