Civak

Tirkiyê binkeyekî PKKê yê li Şingalê bombebaran kir

Balefirên şerên Tirkiyê binkeyekî PKKê yê li Şingalê bombebaran kir.

Li gor zanyariyên BasNewsê îro 15.01.2020ê balefirên şer ên Tirkiyê binkeyekî PKKê yê li Şingalê û çend xalên din jî bi gumana hebûna çekdarên PKKê ve bombebaran kirin.

Li gor zanyariyên K24ê bi zimanê peyamnêrê xwe ve aşkera kir, hejmarek birîndarên PKKê gehandine nexwaşxaneya Sinûnê.

Herwaha aşkera kir ku di encama bombebaranê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ev bombebaran piştî wê yekê tê ku çend roj berî naha wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir û li gel serokkomar Berhem Salih û çend berpirsên din ên Iraqê civiya.

Back to top button