Cîhan
Tirkiye bê şewra Esad êrîşê YPGê nake
Rojnameya Times a ingilizî nivêsek bi navê “Pêngavên dawîn li Sûriye” de, belav kir û berferehî behsa civîna Soçî, ya Pûtin, Rûhanî û Erdogan û hevdîtina Pûtin-Esed kir.Di gotara xwe de Times diyar dike ku Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan soz daye Rûhanî û Pûtin, bêyî ku bi Serokê Sûriye Esed re bişêwire ti operasyonan hemberî HSDê li Sûriye pêkneyîne.Di nirxandina xwe de Times dinivîse ku “hewlên Rûhanî û Putin parastina desthilata Esed e û vê yekê lidijî hemû prensîbên mirovayetî, aştî û demokrasiyê lidar dixin. Hevdîtina Soçî peyama piştgiriya rejîma Esed û diyarkirina hêza Esed li Sûriye bû, beramberî vê Pûtin soza hevdîtinê û nermiyê ligel Opozisyonê ji Esed wergirtiye. Ev jî tê wateya ku, deriyê diyalogê di navbeyna opozisyon û desthilata Sûriye de vekirî be.”Times destnîşan dike ku Rûsya û kartên wê yên fişarê lihember ên Amerika û cîhana Rojava gelek bihêztirin û daxwaz dike cîhana Rojava serî liber rêkeftina Soçî ne tewîn e.Di 22ê vê mehê Pûtîn, Erdogan û Rûhanî li bajarê Soçî yê Rûsya li hev civiya bûn û rewşa dawî ya Sûriyê gotûbêj kiribûn. Piştî civîna sêqolî hatibû ragihandin ku her sê welat bo çareseriya pirsa Sûriyê lihevkirine û hemahengiya wan dê berdewam bike.Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan aşkere kiribû ku çawa wan li Idlibê operasyonek pêk aniyê ew dê li Efrînê jî operasyonekê pêk bînin û HSDê – YPGê ji Efrînê derxin.