Cîhan

Tirkiye Amerika xapand û Trump din bû

Rojnama Washington Post behsa krîza ji bo keşeyê Amerikî ya di navbera Amerika û Tirkiye de dike.Rojname dibêje ku li Civîna NATO yê li Bruksel Trump û Erdogan li ser rewşa Keşe Andrew Brunson li hev kirûbûn ku, dê Tirkiye Keşe azad bike. Lê Tirkiye pişta xwe da li vê hevhatinê û li ser gotina xwe nesekinî. Herweha rojname îdia dike ku, Trump telefonê Erdogan kiriye û gelek xirab axavtiye.Di derbarê vê pirsgirêkê de Washington Post dibêje:Serok Trump dizaniya ku di destê wî de peymanek heye.Di civîna NATOyê de peymanek hatibû çêkirin.Trump dizaniya ku dê Keşe Brunson bê azad kirin. Li Îsrail hemwelatiyek ya Tirkiye hatibû girtin. Li gora peymanê dê ev herdu li hev bihatan guhertin. Lê dema dadgeha Tirkiye dewsa biryara azadkirina Keşe bide, biryara hepskirina malê da. Ev yek bû sedem ku peymana hate rûxandin.14ê Temuzê li Skotlan dê. Trump bi rêya telefonê pêwendî li gel serokwezîrê Israil Netenyahu danî. Israil dabû xûyakirin ku di vê hevpeyvînê de behsa Îranê û Suriye hatibû kirin.Lê Trump ji Israil daxwaz kirku, Ebru Ozkan ji girtigehê bête berdan.Hemwelatiya Tirk Ebru Ozkan piştî rojekî ji girtigehê hate azad kirin û ew rêkirin Tirkiye.Lê piştî azad kirina Ozkan ji Israil, dadgeha Tirk biryara berdewamiya girtina Keşe da û cezayê Hepsa Malê da keşe. Amerika ji vê yekê gelek aciz bû.Bepirsên Amerikî gelek gotinên tund li dijê Tirkiye bi karanîn. Trump bi telefonê li gel Erdogan gelek giran axivî û roja din biryara hinek mueyeda li dijê Tirkiye deynin.

Back to top button