Civak
Tîma Kurdên Sidney li rêza yekem de xwe diparêze
SKYS Blacktown Workers Club ku ji Kurdan pêkhatiye nêzîkî du sale hatiye damezrandin li demsala îsal de rêza xwe ya yekemîn diparêze.
Umêd Jolan ku serokê tîma SKYS Blacktown Workers Club dibêje ji ber korona Covid-19 hinek çalakiyên me kêm bûye, her wiha hemû hevalên me hatine agahdarkirin ku ew kesê nexweşiyeke sivik jî hebe beşdarî çalakiyan neke.
Eve heşt heyve SKYS Blacktown Workers Club li gruba xwe de rêza yekem de cîh digre. Heta niha nîvê demsalê xelas kirine û nîvê wê maye û roja 23.tebaxê li gel Marsden Park yariyê dikin.