Tifaqa Kurdistanî bersiva PKKê dide
Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartina daxûyaniyek nivîskî de berseva Mustafa Karasu da.Endamê Komita Rêvebir ya PKKê Mustafa Karasu di daxûyaniyekî de gotibû: Dixweyê AKP midaxele kir û nehişt tifaqek çêbibe.Partiyên kurda zêde daxwaziya berbijêrên parlementoyê kirine û ji bo vê rê li tifaqê girtine.Li ser vê îdiaya Karasu Tifaqa Kurdistanî dibêje ku eger di destê Karasu de belgeyek hebê bila kerem bike eşkere ike. Nabê ji ber xwe daxûyaniya bide û bibe asteng di rêya Tifaqên ku ihtimale di nava Kurdan de çêbibe.Wek din Tifaqa Kurdistanî dide xûyakirin ku, wa bi tu awayî behsa hêjmara parlementera nekiriye û ev pirs nehatiye rojevê jî.Ji berî her tiştekî Tifaqa Kurdistanî li gel HDPê ev hevdîtin kirine û encama hevdîtina ji Raya Giştîre dane xûyakirin. Eger pêwistbe muxatabê wan HDP ye, ne Karasu yan jî PKK ye. Pêwiste HDP di vê derbarê de daxûyaniyekî bide û gotinên Karasu red bike.Ji aliyekî behsa Tifaqa bikin û aliyek din îrade destê Karasu de be hun nagihin tu armacekî. Li vê derê HDP wek partiyek siyasî û herweha li gora etîka siyasî jî divê bersivekî bide.