Civak

The Economist : Hilbijartin ji bo Erdogan ne derba mirinê ye

Kovara Brîtanî The Economist : Hilbijartin ji bo Erdogan ne derba mirinê ye, lê windakirina bajarên mezin wek sembolîk bê jî di pratîkê de zererê dide.

Kovara hefteyî The Economist a Brîtanî li ser encamên hilbijartinên herêmî li Tirkiye nirxandinekî dike û dibêje ku, AKP û MHPê ji nîvê dengan zêdetir girtine, lê taybetî windakirina şeredariya mezin a Stanbulê dê serokkomar Tayîb Erdogan bêxe tengasiyê de.

Di nirxandina xwe de The Economik dibêje: Van çend salên dawî de Erdogan muxalefet bê deng kir, kontrola dadweriyê kir di destê xwe de,medya bê bandor kir, li Tirkiye bi navê demokrasiyê çi hebê di sendoqan de hate girtin.
Di hilbijartinên herêmî de sendoqa bersiva vê yekê da.Partiya Erdogan AKP di tevatiya welat de piraniya denga destve anî,lê bajarên ku wek Stanbul Enqere û ew 6 bajarên ekonomiya Tirkiye di destê xwe digrin de CHP serkeftin anî.

Tişta ku herî zêde Erdogan êşandî windakirina Stanbul bû. Serokkomar pişgiriyek mezin da serokê parlementoyê yê berê Binalî Yildirim.
Li himber Yildirim Ekrem Îmamoglu hebû, partiya Îmamoglu gelek tiştên sivik dike babetê minaqeşeyê, bi pişgiriya vê partiyê û hinek muxalîfên AKPê û tecrûba çend salî ya serokatiya şeredariya navçeyekî welê kir ku Îmamoglu bi dengek gelek hindik serkeftin destve anî.

Back to top button