Polîtîk

Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji Rûdawê re ragihand: “Emê peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî bikin.”

Mevlut Çavuşoglu ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku dixwaze serdana Hewlêr û Silêmaniyê bike.

Rûdawê: Hûn peywendiyên xwe yên îro yên li gel Herêma Kurdistanê çawa dibînin? Gelo ew peywendî dê vegerin weke berî giştpirsiya serxwebûnê?

Çavuşoglu: Ew jî dizanin ku giştpirsî nayê cîbicîkirin, ku karekî jîrane ye. Her çiqas me tewsiye kir ku giştpirsî encam nedin, lê mixabin giştpirsî hat kirin. Em dibînin ku ew peywendiyên xwe yên li gel Bexdayê asayî dikin. Em bi awayekî asayî ti pirsgirêka me li gel xwişk û birayên me yên Kurd ên li Iraq û Sûriyê tine ye. Pirsgirêka me li gel PKK ye û desthilatdariya Herêma Kurdistanê jî heman pirsgirêka wan li gel PKKê heye û PKK seqamgîriya wê lawaz dike. Ji ber vê yekê niha firokexane hatine vekirin û Turkish Airlines jî dest bi geştên xwe yên bo bajarên din kiriye. Lewma em ti pirsgirêkek nabînin û em peywendiyên xwe asayî dikin û bi awayekî sereke jî her dem piştgiriya Kurdên Iraqê dikin.

Peyamnêrê Rûdawê: Gelo hûn dê biçin Hewlêrê?

Çavuşoglu: Cara din min nekarî serdanê bikim, ew jî ji ber rûniştina dadgehîkirina Qeşe Brunson û diviyabû ji Bexdayê vegerim, lê ez dê serdana Hewlêr û çend bajarên din jî bikim, heta dibe ku serdana Silêmanî, Kerkûk, Besra, Necef û çend bajarên din jî bikim, eger guncaw be. Bêguman ez dê bi serdana Mûsilê jî kêfxweş bibim.

Back to top button