PolîtîkRojev

Teyrên Zagrosê êriş kir û efserek kuştin

Supaya Pasdarên Îranê kuştna endamekî xwe yê xelkê Pîranşarê ragihand û grûpeke bi navê “Teyrên Zagrosê” jî berpirsyaritiya kuştina wî serbazê îranî li xwe girt.

Supaya Pasdaran Liqa Parêzgeha Urmıyê di daxuyanıyekê de ragıhand ku serbazi bi navê Usman Hacî Hisênî xelkê Pîranşarê şevê din ji aliyê kesên nenas ve hatiye kuştin.

Grûpa bi navê Teyrên Zagros, di daxuyanyekê de dibêje, şevê din wan li ser rêya navbera gundên Zêwe û Kasûredê yên ser bi bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê, endamê Supaya Pasdaran Usman Hacî Hisênî kirine armanc û ew kuştine.

Li gorî daxuyaniya Teyrên Zagrosê, Usman Hacî Hisênî, bikujê pêşmergeyekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bûye, lewra wan tola wî pêşmergeyî hilda.

Back to top button