Polîtîk

Teyib behsa bûyera birîndarbûna xwe dike

Vê êvarê li bajarê Bexdayê li pêşiya avahiya parlamentoya Îraqê li nawçeya kesik, di teqîneke terorîstî de çend parlamenterên kurd û îraqî şehîd û birîndar bûn. Yek ji birîndaran Mueyd Teyb berdefkê kutleya Hevpeymaniya Kurdistanî li Parlamentoya Îraqê ye.

Mueyd Teyb bi firokeyeke taybet gihande nexweşxaneya Hewlêrê û wî li nexweşxaneya ji peyamnêrê Kurdistan TV-ê re behsa bûyerê kir û got:

– Îro piştî civîna parlamentoya Îraqê bi dawîhatî em derketin ber bi cîyên xwe biçin. Şoferê min îendekê texîr bû û ez li ser cadeya beramber deriyê parlamnetoya Îraqê li benda şoferê xwe bûm. Li nêzîk min erebeyeke bombebarkirî peqî û ez 40-50 metroya bi rê çûm û ketim ser cadeyê.
Teyb sipasiya zêrevan û parlamenterên din dike ku bi lez di hewara wî de çûn û ew gihandin nexweşûxaneyê.

Herwesa berdefkê Hevpeymaniya Kurdistanî sipasiya serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û serokê perlamentoya Kurdistanê dike ku telefona wî kirin û li siheta wî pirsîne.

Mueyd Teyb li ser textê emeliyatê got:

– Ez dixazim ji terorîstan re bêjim ku dê her demokrasî ser bikeve û rûreşî bo terorstan û her kes û aliyekê bixaze emin û asayîşa Îraqê û herêma Kurdistanê têk bide. Mirin û serşorî bo terorîstan.

Bi fermana serokerkanê Îraqê Mueyd teyb bi firokeke tayebet gihande nexweşxaneya Hewlêrê.

Back to top button