Polîtîk

TEVKURD Kongreya xwe ya 4. li Amedê saz kir

Tevgera Yekîtiya Neteweyî ya Kurd  ( TEVKURD ) di roja 25ê Îlonê de Kongreyê xwe ya 4. li Amedê saz kir.

Kongre seat di 10:30 ê de li solane konferansa Otêla Prêstijê de destpêkir . Di kongreyê de mêvanên nûnerên saziyên siyasî û endamên TEVKURD amade bûn. Ji bo  diwana kongreyê  Fehîm Işik, Nusrettîn Maçîn û Suphî Orak hatin bijartin  . Di destpêkê de berdevkê TEVKURD Sabahattîn Korkmazê qise kir pişt re jî Serokê Giştiyê Hak-Parê Bayram Bozyel û Berdevkê Gruba Diyologa Dîcle û Firat Muhîttîn Batmanlî  axaftinek kirin.

Rapora xabatên kurula rêveberiyê ji aliyê Saît Aydogmuşê ve hat xwendin. Rapora aborî jî ji aliyê Fuat Onen hate xwendin û her du rapor ji aliyê endamên TEVKURDê ve hate pejirandin.

Di kongreyê de pêşniyar û gengeşiyên li ser mijarên  pirsgirêkên siyasî û pêşketinên siyasî hate kirin. Herwiha balkişandin li ser îhtîmala xeteriyên li ser çareserkirina pirsgirêkên siyasî ya Hikumeta AKP. Û hat destnîşankirin ku pêşîgirtina xeteriyên bi vî rengî li ser rêya Yekîtiya Netweyiyê re derbas dibe.

Di civînê de  pirtir li ser  pêwîstiyên li ser têkoşîna azadiyê neteweyî hate gengeşîkirin. Herwiha di civînê de biryara civîna li ser amadekirina rêznameyek jî hate stendin . 

Piştî diyarkirina meclîsa nû ya  TEVKURD kongre bidawî bû.

Meclîsa nû ya TEVKURD   :   Saît Aydogmuş , Zekî Ekîncî , Burhan Denîz , Mîrza Akar , Suphî Orak, Fuat Önen, Eşref Çakan, Bedran Acar , Şêxmus Ulek , Sînan  Çiftyurek, Sabahattîn Korkmaz, Eyup Karageçîlî , Ridvan Seslî , Nurî Erdogan, Sitki Zîlan .

Back to top button