Polîtîk

Serokê Kurdistanê pêşwazî li wezîrê navxe yê Tirkiyeyê kir (Video)

Îro yekşem 26/09/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Beşir Atalay Wezîrê Navxoya Tirkiye û şanda li gel kir ku ji birêz Murat Ozçelik Balyozê Tirkiye li Iraq û Aydin Selcen Konsolê Tirkiye li Herêma Kurdistanê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de ku rêzdar Nêçîrvan Barzanî amade bû, Wezîrê Navxoya Tirkiye silavên birêz Abdulla Gul Serok Komar û Receb Tayib Erdogan Serok Wezîrê Tirkiye bi Serok Barzanî gihand û hêvî xwest ku ev serdan ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan de be û li vî warî de balkişand li ser serdana dawiya Serok Barzanî yê Tirkiye û bi serdanekî dîrokî wesif kir û çawa bi wê serdane rûpeleke nû ya pêwendiya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de hatiye vekirin û nêzîkbûna her du aliyan jî bilind nirxand û bi pêşketineke girîng danî û bandora wê pêşketinê jî li ser xurtkirina pêwendiyên li hemû rûyek ve heye, bi taybetî li rûyê siyasî û aboriyê ve û ragihand ew civakên ku li hevdû nêzîkin pêwîste ji bo hevdû alîkar bin ji ber ku hem li ruyê dîrokî û hem jî li rûyê aboriyê ve gelek tiştan li xwe kom dike.

Sebaret bi proseya referanduma destûra welatê Tirkiye jî her du alî encaman bi erênî danî û li vî warî de jî Serok Barzanî bi proseyekî serkeftî wesif kir û hêvî xwest ew siyaseta ku niha Hikûmeta Tirkiye pê rabûye berdewam bibê ji ber ku li encamê da her gelê Tirkiye qazanc û sûd lê‌ werdigrê‌ û serkeftina dawî jî her ji bo proseya demokratî dibê û li piştgîrîkirina wê siyaseta ku niha Hikûmeta Tirkiye peyrew dike amadehiya Herêma Kurdistanê jî derbirî.

Her wiha guftugo kirina hilbijartina giştiyên Tirkiye ku biryare li meha Hezîranê encam bidin û her wiha rewşa siyasiya Iraq û wan hengavên ku heta niha ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê hatine avêtin mijareke dinê vê hevdîtinê bûn û li vî warî de her du alî cext li ser bi lez damezrandina Hikûmetekî hevkariya nîştmanî kirin ku têda tu pêkhatek neyê îhmal kirin.

Li dawiya hevdîtinê de, Serok Barzanî daxwaz ji Wezîrê Navxoya Tirkiye kir ku silavên wî bigihîne her yek ji birêz Abdullah Gul Serok Komar û Receb Tayib Erdogan Serok Wezîr û ji bo wê pêşwaziya ku li serdana Enqerê de lê hatibû kirin spasiyên xwe kir.

 

 

Back to top button