Tevger ji bo piştgiriya pêşmerge di nav çalakiyê de ye
Li Diyarbekir û hinek bajarên din yên Kurdistana Bakur, Tevgera Ciwanên Kurdistanê ji bo pişgiriya pêşmergeyên Kurdistanê beyana belav dikin û xelkêkî ku bixwaze li mil bi milê pêşmergeyên Kurdistanê bisekine û xaka Kurdistanê biparêze navên xwe dinivîsînin.
Ciwanên Kurdistanê ji bo serkevtina pêşmergeyên Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê di nava çalakiyêkek bi wate de ne. Gelek kes serdana Ciwanan dikin û amadebûna xwe ji bo pişgiriya Pêşmergeyên Kurdistanê didin xuyakirin.
Berpirsên tevgerera ciwanên Kurdistanê didin xuyakirin ku wan pêwendî li gel Pêşmergeyên Kurdistanê danîne. Ew dê demek nêzik li cepheyên şer serdana wan bikin û pişgiriya xwe li eniya şer de ji bo wan bidin xuyakirin.
Ciwan li Diyarbekir û hinek bajarên din li kolanan digerin , beyana belav dikin, xelkê Kurdistana bakur bi şerê pêşmerge û yê ji bo parastina xaka azad a Kurdistanê agahdar dikin.