Polîtîk

Terorîstan nîvê kehreba Iraqê ji navbirin

Wezareta Kehreba Iraqê ragihand: Tevahiya berhemanîna Uze û Enerjiya kehrebê ya şeş parêzgehên Iraqê ku dike sê bi yekê welat ji ber çar teqînên terorîstî kehrebê ji navbirin.

Wezareta Kehreba Iraqê wê yekê jî eşkere kir ku li şeş parêzgehên Iraqê di nav wan da Bexda jî heye, ji ber armanc girtina kehrebê û teqandina avahiya wan li Diyale berhemanîna kehrebê ji navçû.

Li gor daxuyaniya Wezaretê hêlên 132 KW li Mîqdadiye û 400 KW li Rojhilatê Bexda bi rêya mîn û mayinên çandî hatine teqandin. Ji ber wê yekê jî tevahiya kehrebê ji karket û eve jî tora giştî ya kehrebê 1.500 megawattên kehrebê ji destdan.

Back to top button