Polîtîk

Serokê Kurdistanê 1 Gulanê pîroz kir

Li peyamekê da Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê roja Cîhanî ya Karkeran li kedkarên Kurdistanê pîroz kir û rola wan ya li avadankirina Kurdistanê de bilind nirxand û piştevaniya xwe ji bo mafên wan yên rewa derbirî.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo roja Cîhanî ya Karkeran

Bi helkefta salvegera Yekê Gulanê, roja Cîhanî ya Karkeran, germtirîn pîrozbahiyê li karkerên Kurdistan û Sendîka û rêxistinên wan, her wiha pîrozbahiyê li hemû karkerên Iraq û cîhanê bi giştî dikim.

Karkerên Kurdistanê bi ked û xebata dest û pazûyên xwe çalakin û roleke diyarê binyadnerane li avadankirina welat da dibînin ku herdem ber bi çavin û cihê rêz û rûmetêne. Li vê salvegera pîroz da, tevahiya piştevaniyên xwe ji bo maf û daxwazên wan yê yasayî û sendîkayiyên rewa, debareke hêja û rewş û mercên baş yên karkirina karkeran û pêkanîna xweşguzeraniyê ji bo wê çîna kedkar û tevahiya xelkê Kurdistanê dûpat dikîn.

Hêvîdarîn welatê me û cîhan her çi zûtire ji qeyran û kêşeyên derencamên şewba Korona derbas bibîn ku mixabin bandoreke xerap li ser rewşa jiyana me hemûyan û bi taybetî karkeran û rênçberan dirust kiriye, bi wê hêviyê ku li sala nû de li rewşeke baştir de vê salvegerê bi bîr bînin.

Roja Cîhanî ya Karkeran li we hemûyan pîroz bê.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01/05/2020

Back to top button