Cîhan

Terorîsta êrîşê Mancherster kir 19 kuştî

Dengbêj û hûnêrmenda di cîhanê de naskirî Ariana Grande, li Britanya bajarê Manchester konserek dida. Dawiya konserî de teqînek bi hêz çêbû. Di encama vê teqînê de 19 kesî jîyana xwe ji dest da û dehan birîndar hene.Hola Manchester Arena 21.000 kes lê cih dibin. Dema konserê hol tejî bû.Serokwezîra Ingiltere May daxûyakirin ku, ev êrîşek terorîstîye. Herweha tê gotin ku ev êrîşek ya xwekujiyê ye. Lê hêja bi temamî bi awayek fermi nayê zanin ku ev êrîşek xwekujiye yan bombeyek hatiye teqandin.Dema teqînê tevliheviyek mezin çêbû. Polis lêkolinê dike û dê demek kin de derbarê awayê teqînê de agahdarî bêne dayin.

Back to top button