Polîtîk
Termên 172 enfalkiriyên Semawe vedigerînin Kurdistanê
Birêvebirê Gorên bi komên li Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyên Hikûmeta Kurdistanê ragihand, wergirtina bermayên hestî û piruskên termên 172 kesên enfalkiriyê Semawe li Bexda temam bûye û biryare li rêwresmeke hêja de vegerînin Kurdistanê û li Çemçemal bi axê bispêrin.
Sîrwan Celal got: Proseya wergirtina bermayên hestî û piruskên 172 termên gorên bi komên Semawe temam bûye li Bexda û biryare di demeke nêzîk de û li rêwresmeke hêja de, vegerînin Kurdistanê û li Çemçemal li goristana (Banî Meqam) bi axê bispêrin.
Her wiha got: Eger hîç rêgiriyek nebê, li 14/4ê îsal û li salvegera enfalê da vedigerînîn û bi axê dispêrîn. Her wiha got: Ji niha de me dest bi amadekariyan kiriye bo ku wan vegerînîn.