Çar Pêşmergeyên Rojava ku di rûdaneka hatinûçûnê de li nêzîkî bendava Mûsilê de şehîd bûbûn, cenazeya yekî ji wan li Dihokê hate veşartin û cenazeyên sê yên din bo Rojavayê Kurdistanê hatin veguhestin.Duh, otombîleke Pêşmergeyên Rojava ”Leşkerên Roj” li nêzîkî gundê Til Edis li nêzîkî bendava Mûsilê rastî bûyereke trafîkê hatin, di encamê de 4 Pêşmerge şehîd bûn.Di rêwresmeke leşkerî de li xala Pêşabûrê, leşkerên Roj û hejmareke xelkê Rojava cenazeya her sê şehîdên Pêşmerge yên Leşkerê Roj Mulazim Yekem Sîpan Yûsif Sîno Mulazim Etûf Tahir, Mulazim Mewlûd Riyad Ehmed, bo Rojavayê Kurdistanê hatin birêkirin.https://www.youtube.com/watch?v=lW5GTEz2G3k
Pêş
27/06/2025
Koça dawî kir
26/06/2025
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo sala nû ya koçî
Balkêş e ?
Close - Peyama DEMê ji bo Kerîm Şengalî13/06/2025