Civak

Termê kesekî nenas hate dîtin

Termê welatiyekê xendiqiyî li Bendava Musilê hate dîtin û Berevaniya Bajarê Dihokê jî diyar kir ku term ne naskiriye û şandine dadgeha pizîşkî.

Bêwar Abdulezîz Berpirsê Ragihandina Rêveberiya Giştî ya Berevaniya Parêzgeha Dihokê got: Îro êvarî hatîne agahdarkirin ku termekê li Bendava Musilê hatiye dîtin û piştî tîmên me gihiştîn cihê rûdanê, karîn wî termî di ava Bendavê da derbixin.

Her wiha zêdetir got: Ew term nayê zanîn kî ye û kengê û çawa ketiye di avê da, lê belê li gor rewşa termê, eve çendîn roje ketiye avê da û hemû têkçuye. Ji niha da term ji bo dadgeha pizîşkî hatiye şandin da ku bizanin kî ye û bête hilgirtin. heta ku xwediyên wî peyda bibin yan jî bête veşartin.

Eve dibe dûyemîn term li Parêzgeha Dihokê tê dîtin û nayê zanîn ka kî ye.

Back to top button