Civak

Termê 7 Kurdên Rojava li Çemê Batmanê de dîtin

Li rûbara Batmanê di dema ku xwestin termê xortekî xeniqiyî peyda bikin, rastî 7 termên Rojavayiyan bûn, termê xortê xeniqiyî jî paşê hate dîtin.

Ew Kurdên Rojavayiyên ku li rûbara Batmanê de xeniqîbûn hate zanîn ku berî heftiyekê bi seyareyê ve ketiye nava çem û hemû kesên li nava seyareyê de xeniqîne.

Li gor zanyariyan îro demjimêr 11:00 xorteke 19 salî yê bi navê Civan Ergul ku piştî demekî wenda bû, gruba Birêvebiriya Hatina Hawarê ya Batmanê li cihê rûdanê ji bo peyda kirina termê Ergul dest bi lêkolînan kir. Piştî çend demjimêran termê Ergul ji çemê Batmanê derxistin û birin Nexweşxaneya Herêmiya Dewletê ya Batmanê. 

Di dema van xebatan de rastî seyareyeke bi plaka Suriyê hatin ku li nava vê seyareyê de termên Ehmed Osman, Hayat Osman, Meryem Osman, Cezya Osman û Yûsra Osman û her wiha rastî termê dû kesê ku navê wan nayên zanîn hatin. Piştî derxistina terman ji bo lêkolînkirinê termên wan birin Baregeha Jandarma ya wê herêmê.

Back to top button