CîhanRojev

Teqina Bexdayê ji aliyê DAÎŞê ve hatiye kirin

Li gora Ajansa Amaq a ser bi DAIŞê ve radigihine, DAIŞê teqîna li Bexdayê kiriye.

Li gora ajansê armanca teqînê grubek xelke Şîe bû ku li ser kabristaneke li devera kazimiyê kom bibûn.

Li gor zanyariyên ajansa DAIŞê, di encama teqînê de 3 kes hatine kuştin û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûne.

Ajansê behsa wê yekê jî kiriye ku hikûmeta Iraqê xwestiye behsa rastiya wê kiryarê neke û ragihandiye ku boriya gazê ya xwaringehê teqiyaye.

Şeva din Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê eşkere kiribû ku teqîna li devera Kazimiye ji ber butleke gaza xwaringehê bûye û di encama teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 14 kes jî birîndar bûne.

Back to top button