Polîtîk

Temelî li dijê peyama Ocalan daxûyaniya dide

Hevserokê HDPê Sezaî Temelî di van demên dawî de hinek peyama dide ku ne li gora gotinên Ocalan yên dawîne. Dixweyê çepên Tirka di nav HDPê ji daxûyaniya Ocalan ya dawî gelekî ne rihetin.

Temellî dibêje, emê pişgiriya Îmamoglu bikin û dê pêvajoyek ya çareseriyê destpê bike lê ev yek ne li gel AKPê çêbibe.

Temelî daxûyaniya xwe de dibêje, nabê AKP hevditinên Ocalan li gel parêzeran ji bo berjewendiya xwe bi kar bîne.

Temelî da xûyakirin ku, pêvajoyek nû ya çareserî destpê bike, lê ev êdî bi AK Partiyê re nabe. Civak bi rastî pêvajoyeke nû ya aşitiyê dixwaze û ew jî bi firehkirina bingeha demokrasiyê dê destpê bike.

Temelî dibêje ku, ew hilbijartina Stenbolê wek referanduma demokrasiyê dibînin û piştevaniya wan bo Ekrem Îmamoglu di çarçoveya hevpeymaniyeke demokrasiyê de ye û nehatiye guhertin.

Temelî diaxêve lê gelo dîtina xwe dibêje yan li ser navê HDPê van tişta radigihîne. Eger li ser navê HDPê diaxêve ev tê wateya ku HDP tu girîngiyekî nade peyamên Ocalan li Îmraî.

Niha cardin parêzerên Ocalan li Îmralîne. Piştî ew vegerin û peyama Ocalan ragihînin, dê hingê wateya gotinên Temelî behtir zelal bibe.

Tevgera PKKê bi giştî di nava qonaxek zîz re derbas dibe, aliyek Îmralî û aliyê din Qendîl heye. HDP bi siyaseta xwe di nava herdu nawendan de dihejê, li gora bayê rojê siyasetê dike.
Lê bingehê PKKê bi giştî çidibêje , hêja ne zelale.

Back to top button