Teksta peyva serokwzîr li merasima stadyûma Zaxoyê
Amadebûyên xweştivîWerzişvan û werzişdostên bajarê ezîzê ZaxoyêXelkê hêjayê devra Zaxoka delalÊvar başHûn hemê bixêr bên serçavan.Ez gelek kêfxweş im vê êvarê digel we yên birêz di vekirina yarîgeha Zaxoyê de ku, li ser asta herêma Kurdistanê û Îraqê yarîgeheke herî modern û herî ciwane, beşdar dibim. Pîroz be li bajarê Zaxoyê. Vekirina vê yarîgehê li hemû werzişvanên Zaxoyê, li xelkê devera Zaxoka delal û xweştivî, li Kurdistanê û li Îraqê pîroz be.Ev stadyûm beşek din yê çîroka serkeftina miletê me ye ku, bi dirêjahiya dîrokê qurbanî dane û miletê me sozek ji xwe re daye ku hertim serkeftî be û dê her serkefî jî be.Denga we bilinde ji bo biwîlayetkirina Zaxoyê, ev pirs berî nuha jî be behis kiribû, ev heqê we ye, xebata we ye, xweragiriya we ye, xizmeta we ye û qurbanîdanên we di xebatê de ye, lê di vê bihêna we digel vê mijarê fireh be, vê meselê peywendî bi biryara yek kesî ve nîne, lê peywendî bi herêma Kurdistanê, aliyên siyasî û Îraqê ve heye. Ew tiştê vê gavê ez dikarim bêjim eve ku, ji bona vê qonaxê, em sozê didin desthilata saziyên bajarê Zaxoyê zêde bikin, bê guman pirsa biwîlayetkirinê jî dê li bîra me be.Ev yarîgehe îro li Zaxoyê hat vekirin, diyariyeke biçûke ji bo xizmet, tekoşîn û qurbanîdanên mezin yên xelkê xweragirê Zaxoyê ku, di hemû şoreş û serhildanên Kurdistanê de can, xûn û şehîd pêşkeşî Kurdistanê û miletê kurd kirine.Qehremanî û mêrxasiya xelkê Zaxoyê di şoreşa Îlona mezin de, rola wan di şoreşa Gulanê de roleke mezin û ber bi çav e. Îro jî ku Kurdistan li hemebrî dirindetirîn rêxistina terorîstî berevaniyê ji Kurdistan û kurdistaniyan û li hemû mirovatiyê dike, dîsa xelkê Zaxoyê û ev devera hêja, xwediyê serbilindî û qehremaniyên mezinin. Serkeftinên îro yên Kurdistanê bi xûna geşa bi dehan şehîdên Kurdistanê, ji wan deveran jî devera Zaxoyê, hatîne bidest xistin. Ji ber hindê Zaxoka delal, bajarê jiyanê, hêjayî gelek û gelek xizmetên zêdetire ji wan yên ku heta nuha hatine kirin. Her xizmeteke bê kirin û her pirojeyeke bê bicîanîn bersiveke ji bo westiyana pêşmergeyên me yên mêrxas yên vê deverê, bersiveke ji bo xûna şehîdan, bersiveke ji bo mandîbûna devera Zaxoyê ku hertim di warê parastin, berxwedan û xebata ji bona wan destkeftiyên miletê me xebat ji bo kirî û şehîd ji bo dane û xûn riştiye, pêşeng bûye.Îro jî ku em hemû bi hev re vê yarîgehê vedikin, em bi qedir û hurmeteke mezin canê pîrozê wan hemû şehîdan, şehîdên şoreşa Îlonê, şehîdên Gulanê, şehîdên enfalan, zîndanî û yên winda, şehîdên îro yên şerê dijî terorê li bîra xwe tînin, bejna xwe li hember mezinahiya canê wan diçemînin, silavan ji gora wan şehîdan re dihinêrîn û em sozê didin, ji bona azadiya Kurdistanê, li ser rêya wan berdewam bin.Bi vê minasibetê, divê em camêriya xelkê Zaxo, Duhok û Badînan bi giştî ji bîr nekin ku gelek bi merdane deriyê dil, mal, gund û bajar, bê cudahî ji bo xûşk û birayên xwe yên koçber û penaber ji hemû pêkhateyên olî û neteweyî re vekirin û bi dilekî gerim pêşwazî li wan kir, bi hemû awayî alîkariya wan kir, em bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê bi germî sipasiya xelkê devera Zaxo, Duhok û Badînan bi giştî dikin ji bo wê camêriya wan nîşan day û deriyê xwe ji bo wan ezîzên lêqewimî vekirî, em sipasiya we hemûyan dikin, sipas ji bo Zaxo û Duhok, sipas ji bo hemû bajarên devera Badînan, Akirê, Berdereş, Amêdiyê û hemû deverên din.Bi taybetî gelek û gelek sipasiya hemû xelkê deverê dikin ku di destpêka sala xwandinê de, gelek tehemûl kir û zarokên wan demeke dirêj ji xwendinê paşkeftin, çunkî hemû xwendingeh bibûn wargehên xûşk û birayên me yên koçber û penaber, ev xweragiriya we cîyê sipasî û hurmetê ye. herwesa em sipasiya waliyê Duhokê û sazî û rêvebiryên wê dikin ji bona wî karê wan kirî, ji bo wê xizmeta wan di vê heyamê de pêşkeş kirî, destxweşiyê li wan dikim.Amadebûyên hêjaÎro ku em vê yarîgehê vedikin, em careke din ji bo hemû dost û ji bo hemû neyaran jî, îspat dikin ku xelkê Kurdistanê jêr tu zixt û zoriyê, li hember teror, şer û pîlanan jî îrade parastiye û xwesteka xwe ya ji bo jiyanê û pêşkeftê ji dest nedaye. Çêkirina asteng û keleman, birîna budce û miaşan îsrara me ya ji bo berev pêşveçûnê û avakirinê û serkeftinê lawaz nake, lê îsrara me mokimtir dike ji bo serkeftin û gihiştina wan armancan yên ku şehîdên me xûna xwe ji bo dayî û pêşmergeyê me ji bo wan westiyayî û miletê me xebat jê re kirî.Îro xweragiriya pêşmergeyê me, karekî wisa kiriye ku, navê pîrozê pêşmerge li cîhanê deng vedeya, li vir bi navê we silavan ji bo her pêşmergeyekî ji Xaneqîn heta digehe çeperên şerî li Şingalê dihinêrim û bi navê we silavan bo wan dihinêrim û destxweşiyê û pîrozbahiyê li wan dikim ji bo wê bergirî û berxwedana îro ew ji bona parastina destkeftiyên miletê me dikin, ji bo parastina xûna şehîdên me, ji bo parastina westiyana me, silav ji bo hemû pêşmergeyan ji Şingal heta Xaneqîn, Kerkûk û hemû deverên Kurdistanê.Tiştê îro min li vir dîtî ez gelek pê kêfxweş bûm, grûpeke jinan min dîtin li akademiya Zaxo ya leşkerî tên perwerde kirin, ev nîşaneke gelek girin û ciwane û divê em vî karê xwe berdewam bikin, bê guman piştevaniya jinan ji bo berdewamiya xebata me tiştekî pêdvî ye û ez pîrozbahiyê li wan dikim û hêvîdar im mînakên weke wan zêdetir bibin.Careke din ez vekirina vê yarîgehê li xelkê Zaxo, Kurdistan û hemû Îraqê pîroz dikim