Pirtûka “Têkşikandina Efsaneya DAIŞê li bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de” hate çapkirin.
Pirtûk ji aliyê Şêrzat Azad Sultan ve hatiye nivîsandin. Nivîskar di derbarê pirtûkê de dibêje: Serok Barzanî serwerî û xaka Kurdistan û cîhanê ji metrisiya DAIŞê parast û mezintirîn rêxistina teroristî ya cîhanê têkşikand. Ev têkşikandin li Herêma Kurdistanê û cîhanêjî deng veda û bû destpêka ketina DAIŞê li navçe û cîhanê.
Şikandina DAIŞê di demekê de bû, ew rêxistin di lûtkeya hêza xwe de bû. Ji ber wê çeka pir a ji revîna artêşa Iraqê û Sûriyê ketibû destê wê, hemû cîhan ketibû nava metirsiyeke mezin, lê belê Pêşmerge bi rêbertiya Serok Barzanî li tevahiya mihweran ew rêxistina teroristî têkşikand û serwerî û dîroka neberd tomar kir.
Nivîskar tekez dike ku;, Serok Barzanî bû sembola pêkvejiyan û parêzvanê xaka Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê ji metirsiya wê rêxistina teroristî.