Têkeliyên Hewlêr û Berlînê ber bi qonaxele nû
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Rolf Ulrîc konsulê giştiyê Almaniyayê yê li herêma Kurdistanê kir.
Di dîdarekê de, peywendiyên navbera herêma Kurdistanê û Almaniyayê û çewaniya xurtkirin û berfirehkirina wan têkeliyan hat behis kirin.
Serdana vê dawiyê ya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bo Almaniyayê û civîna digel Angela Merkel û berpirsên din mijareke din a civînê bû û konsulê giştiyê Almaniyayê yê li herêma Kurdistanê ew serdan bi serdaneke giring û serkeftî wesif kir û hêvî kir ku, ew serdan destpêka qonaxeke nû ya têkeliyên navbera Hewlêr û Berlînê, bi taybetî di warê sermayerazandin û enerjiyê de, be.
Nêçîrvan Barzanî ji konsulê almaniyayî re got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi her awayî piştevaniya şirket û kompaniyên almaniyayî dike ku, li herêma Kurdistanê digel kompaniyên welatên din yên ewropayî û cîhanî pirojeyan di warên cihê de encam bidin.