Têkçûn
Bêkes Reşîd Ez jî wan nasnakim, bê nasnamebûn, hêj dimînin, her dimînin. Ew kî bûn? Belkî; hûn bûn, ez bûm, û hindek ji hin in din bûn… ev ziman dirêjiye, bê fedîtiye, dij xwezayetiye, ne kesayetiye, ev saykopatiye!!. Bi hewla wergerandin û şirovekirina çend derfet û potansyelên ku dibe li hawîr me dilîzin, tevî ku bi seranserî mayîna xwe, ji mêj ve, me xwe ji biryara tunebûnê re ramedandiye, bo pûtîna xwe bi hemû sincên me, xwe biparêze… Bi xwe karkerê vî nîrî ne bi xema bawerî û qayilbûna me ye, ev ristik ne ew şekirên mijtinê yên zarokatiye ne. Hemû rêmanên xwe yên mayî bo têrim û têgîn in dahatûyî û çêker – bi hemû hebûna xwe alegor dikim – dikim gerew… jixwe ev ne comerdiye, şîrqîniyeke bi xezeb ji wî dem û rehendî tê, yên ku li me tamaşedikin û dikin em bêhemdî xwe, ji wan re çend sedemên li gor daxwazên wan, peyda bikin. da ku em rojgariya wan xêzbikin, mîna her bîskê. Ji venînekê ta yeke din, ji xwe ta xwe. Emê bimînin, lê ne weke ku hûn dinasin!! Ti kes we nabîne – nizanim, belkî ew tenê we dibînin, hûn jî di nav wan de – kesek bi we nabihîze, ezê vî razî di jiyana binî de hilînim, bê tirs, carekê tenê li xwe berpirsyar derkevin, ev peymanî jê re negerek e, navîşa we, wêneyê we, dengê we, hestên we û ne tiştek, ne tê belgekirin. Tenê mîna niyazekiye, hestekiye, daxwazeke derûniye, û dibe jî temîkeke xweberî be. Carê min ev hêvî ji xwe dikir, lê ez her car bi xwe diveciniqîm, min xwe bixwe, bi vê wateyê, bi vê dîdariyê, bi vê xuyangê, bi vê demê, bi van bandoran, bi van encaman, bi van heyîn û neyînan, bi van perspektîvên ne çêker, min xwe di we de ne dipejirand… vê carê ez şîrqaman li sîka xwe didim. Ev ne şano ye, ne çîrok e, ne helbest e, ne pexşan e, ne gotar e, ne lêkolîn e, ne sirûd e, ne ti cûreyên nivîsandinê ye. Binêrin, xweş binêrin, nexwînin, guhdarnekin,tenê binêrin, li vê rûpelê qenc binêrin, gelekî binêrin, di beyanî de, di şev û xewê de, herdem. Berî têkeve bin çapê de, ev e ya resen, rûnivîsekê bo xwe werbigirin û veşêrin, hemû riyên ji mejiyê we ta dilên we, jê çêbikin. Piştî demeke din, di awartenin biyan de, bo dadgehkirineke bi awayekî nû, daleqandineke bi şêweyekî din, û… wexereke ciyawaz. Gelo ew kî bûn?* Tu kîyî? Çi dikirin û çi dixwestin?* Erê te negot, tu kîyî? Kanîn dêbavên min, keçka min, lawkê min?* Keko ka bibêj, tu kîyî? Ez li kû me?* Tu li nik minî. Tu kîyî? Tu kîyî?* Tu kîyî? Ev… ez im!!! Ev cara yekemîn e, ji ser çiyayan ta bi deştan derdikevin, ji çem, gol û derya derdikevin, ji bin xakê ta bi ezmanan derdikevin, ji exteran û gerdûn û hemû jiyanan, ji valayiyê û tijjebûnê, ji hevkêşeyên li paş hemû çiqilên fîzîk, kîmya û matematîkê, ji windayiya hevsengiyê ta mirinê, û ji hertiştî. Kesek ji nav gotinan derdikeve, hûn hemû di van navan de bi encamin nû dibin… Ev nota ye, awaze.Di şadiyek e gotinkî de, paralel bi rewanan re, xwe li jibîrkirinekê bi cî dike, hevser di pêşiya kortejê de li hêviya sozeke arişiye, li hêviya bûneke sosretiye. Goştpere wilo jê re gotibû, di hemû xewnên xwe de dîtibû, şop û şûnê jê re gotibûn, av û ar, xak û ba, serma û germê, hemû demsalan, hemû hêmanan gotibûn… de ka bikin ku em vê xweziyê ji gewdeyan derxînin!!Ji mercên berdewamiya vê serpêhatiyê, yek caran yek, vemalandina xiniziya tevlîheviyê ku ji rengê hewariyê bêt şuştin û guhertin, ne mîna kenê di ber mirinê de, û ne qiçqiça dendikan di ber perînê de, û ne jî tirrên di ber nimêjan de. De îcar amadebin, ji xwe re, da her û her mijûlbûn we di hembêza vegereke nûtir de bi’alîse, min jî bi bêhna savayan têr bipêçin… ez bêriya we dikim.Bavo, ez mezindibim…Ev venêrîna herî dawiye. Enflamasyona rewanî wî dide ber xwe,her deverên wî hêdî hêdî windadike, bi xwe re di’axive, ji xwe dixeyide, xwe bixwe di’engizîne, xwe di hemû pizdanên mêjûyî de radiwestîne, vê jî bi asanî vajîbûn bitenê dike serdestek, lewra nema gereke di rêjeya enflasyona xwe de biramîne, ne jî yên wan hemû kesan… nalenale!!Qonaxa diziyê, ji bermayên kesayetiyeke cudaye, ku êdî berxwedana dawî bo guhertineke vekirî ji hemû sedemên hember re, dike. Tinaziya jiyanêye, ya ku herdem lidar e, ku ew bixwe dizzeka hertiştiye… ji van ravekirinan kef bi dev ket, lê hêj, xwe ji xwe re nîşan dihêle, hêj xwe bi sûnda dîtina tinekirina xwe di nav hemû serdeman de, eware, li ser destan, di nav rewan û wateyan de, ji we re, bi dûv xwe de ye………………………………………………………………………..