Civak
Tê gotin ku Altun birîndar eû 3 berpirsa jiyana xwe ji dest daye
Ajansa Fermî ya Hikûmeta Tirkiyeyê ragihand: Di encama operasyoneke asimanî de Endamê Desteya Rêveber ê KCKyê Riza Altun birîndar bûye û 3 berpirsên din ên PKKyê canê xwe ji dest dane.
Ajansa Anadolu dide zanîn: Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyeyê MÎT û Serokerkanaiya Tirkiyeyê di 21ê Adarê de li Qendîlê dijî PKKyê operasyoneke hevbeş kirine. Seyareya Endamê Desteya Rêveber ê Koma Civakên Kurdistanê KCKyê Riza Altun ji aliyê balafirên şerî yên Tirkiyeyê ve hatiye bombebarankirin.
Di encamê de Riza Altun birîndar bûye lê berdevkê PKKyê Serhat Warto, Berpirsê Pêwendiyên Derve ê PKKyê Mîkaîl Ozdemîr nasraw Navdar û Berpirsê PKKyê yê Qendîlê Alî Aktaş nasraw Sînan Sor canê xwe ji dest dane. Di derbarê vê êrîşê de heta niha PKK ti daxûyanî nedaye.