Polîtîk

Tanriverdi: Li Almanya milyonek û 300 hezar Kurd hene

Almanya yek ji wan welatên rojavayê Ewrupa ye ku Kurd jî têde nîştecîhbûne û li Almanya ji her çar kesan yek kes koçbere anku %25ê nîştecihên wê koçberin. Mehmet Tanriverdi Nûnerê Civaka Kurd li Almanya dide zanîn ku li Almanya milyonek û 300 hezar Kurd dijîn.

Li gor wan amarên ku ji aliyê Desteya Amarî ya Hikûmeta Almanya hatiye belavkirin nêzîkî 2.8 milyon nîştecihên Almanya xelkê tirkiyêne.

Li wê amarê da Hikûmeta Almanya pişta xwe bi zanyariyên Balyozxaneya tirkiye li Berlîn bestiye ku di dema hilbijartina giştî û Serokayetiya Komara tirkiyê li 2018 an da hatiye amadekirin. Li vê hilbijartinê da yek milyon û 400 hezar dengderên tirkiye ku beşeke zêdeyê wan Kurd bûn, li Almanya mafê wan yê dengdanê hebû.

Mehmet Tanriverdi Nûnerê Civaka Kurd li Almanya li vî derbarî de dibêje: Desteyekî amarî ya taybet bi Kurdan li Almanya tûne û daxwaz ji Hikûmeta wî welatî dikin weku mîlleteke serbixwe muamele li gel Kurdan bê kirin û wekî welatiyê tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye neyên temaşa kirin.

Her wiha Tanriverdi dibêje: Hejmara wan Kurdên li Almanya dijîn li navbera milyonek û 250 hezar heta milyonek û 300 hezar kesin. Wate zêdetirê % 1.5 ê nîştecihên wî welatî ne. Eve ji bilî wan Kurdên ku li salên şest û heftiyên sedsala derbasbûyî de weku koçber yan bi mebest karkirinê çûne Almanya.

https://www.facebook.com/113375063740394/videos/691891568206694

Back to top button