Tanrikulu naveroka hevdîtina li gel Demirtaş eşkere nake
Parlementerê CHPê yê Stanbulê Sezgin Tanrikulu, li girtîgeha Edirneyê de serdan hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş û parlementerê HDPê yê Hakkarî yê kevin Abdullah Zeydan kir.
Sezgin Tanrikulu piştî hevdîtinê tu daxûyanî nedan û got: Min li gel Demirtaş behsa rojeva siyasî kir û me gelek tiş bi hevre nirxand. Lê ne raste ku ez di derbarêvê hevdîtinê de tiştekî bêjim.Ew bi xwe behsa naveroka hevdîtinê bike baştire.
Tê zanin ku piştî daxûyaniyên Ocalan , CHPê heviya xwe li Selahattin Demirtaş ve girêdaye. Tê gotin ku bandora Demirtaş di vê pêvajoyê de ji ya Ocalan behtir li ser HDPê heye. Lê helwesta HDPê û kesên dengên xwe didin vê partiyê girêdayê Qendil e. Niha jî piştî 8 sala Ocalan cardin derket qada siyasetê.
Eme demek dirêj bû ku dengê Ocalan ji aliyê Qendîlê ve hatibû birîn . Lê dewletê cardin rê da ku hevdîtinên parêzera li gel Ocalan pêkwerê û dengê wî derkeve.