Netewên Yekgirtî bersiva nameya Nêçîrvan Barzanî da

Netewên Yekgirtî piştî pêkanîn û destbikarbûna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dest bi karkirina li ser cîbicîkirina maddeya 140 a Destûra Iraqê dike. Ew yek bersiva Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê ji bo daxwazên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ye.

Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekgirtî roja Sêşemiyê derbarê rewşa Iraqê de civiya. Di civînê de Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI), Jeanine Hennis-Plasschaert raportek di derbarê rewşa Iraqê de pêşkêş kir.
Piştî civîna Encûmena Asayişê, Jenin Hens Plaskhard ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Berî her tiştî me pêwîstî bi pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê heye. Paşê pêwîst e em pêwendiyê bi hikûmeta federal bikin û di vê baweriyê de me, vê carê em destpê dikin bi avêtina pêngavan ber bi pêş ve.”

Vê carê Netewên Yekgirtî bi şêweyeke cuda kar li ser maddeya 140 a Destûra Iraqê dike, ku taybet e bi yekalîkirina çaresernivîsa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Plasschaert herwiha got: Tu ji min baştir dizanî ku maddeya 140 , mijarek e ku demeke dirêj e li ser maseya gotûbêjan e. Di vê baweriyê de me vê carê dema wê yekê ye ku bihê çareserkirin û çaresereke bingehîn jê re bihê dîtin, li cihê ku di navbera pêwendiya navbera Hikûmeta Herêmê (Kurdistan) û hikûmeta federalî (Iraq) de bimîne.

Ev daxuyaniya berpirsa yekem a Netewên Yekgirtî li Iraqê piştî nameyeke Nêçîrvan Barzanî bo Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî û endamên Encûmena Asayişa Navdewletî ê. Nêçîrvan Barzanî di wê nameya xwe de 5 pêşniyar û daxwazî arasteyê Netewên Yekgirtî kiriye û yekemîn daxwaza wî di derbarê Kerkûkê û navçeyên cihê nakokiyê ye.

Nêçîrvan Barzanî ragihandiye, Netewên Yekgirtî dikare roleke serke bibîne weke nabeynkar û destpêkirina diyalogeke berfireh di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji bo çareserkirina kêşeyan, ji wan jî cîbicîkirina maddeya 140 a Destûra Iraqê.

Berî serdana xwe ya bo New Yorkê, Jeanine Hennis-Plasschaert li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, Jenin Hens Plaskhard li Hewlêrê bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re civiyabû û herdu aliyan rewşa navçeyên cihê nakokiyê û bi taybet Kerkûk gotûbêj kiribûn.
Herdu aliyan herwiha tekezî li ser asayîkirina rewşa ewlehûiyê, vegerandina xelkê bo navçeyên wan bi hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.

Ji ber ku li navçeyên cihê nakokiyê û bi taybet Kerkûkê, niha Kurd xwediyê ti hêzeke serbazî û desthilatê nîne, Kurd ji bo pirsgirêka Kerkûkê û cîbicîkirina maddeua 140 a Destûra Iraqê daxwaza navbeynkariya Amerêkayê dike. Herwiha dibe ku nameya du rûpelî ya Nêçîrvan Barzanî destpêka proseyeke nû be ji bo kêmkirina zirarên 16ê Cotmeha 2017ê.
Nûneratiya Iraqê li Netewên Yekgirtî bi fermî dijatiya vê bîrokeyê nekir. Di civîna roja bihorî ya Encûmena Asayişa Navdewletî de, Balyozê Iraqê başbûna pêwendiyên Bexda li gel Hewlêrê weke destkevteke kabîneya Adil Ebdulmehdî bi nav kir.

Nûnerê Iraqê li Netewên Yekgirtî, Mihemed Behr el Olûm got: “Ji dema ku pêwnedî di navbera Bexda û Hewlêrê hebûye, îro di baştirîn rewşa xwe de ye û tekez kir, ew jî berdewam dibe li ser wan hewlên hemahengiyê.”

Encûmena Asayişa Navdewletî her sal bi projebiryarekê dema karê bernameya Netewên Yekgirtî li Iraqê dirêj dike û erk û karên herî bingehîn û destpêkê yên diyar dike. Di salên bihoî de, ji ber nerazîbûnên li Bexdayê, mijara Kerkûk û maddeya 140 nebûne ewlewiyeta UNAMI li Iraqê.

Di civîna Encûmena Asayişê de karê Netewên Yekgirt li Iraqê bo dema salekê hatin dirêjkirin.
Her di civînê de nîgeraniyên hejmarek ji endamên encûmenê bêtir derbarê encamên aloziyên niha yên navbera Îran û Amerîkayê li ser Iraqê bû.

Cîgirê Nûnerê Rûsyayê li Netewên Yekgirtî, Vladimir Savronkov jî ji Rûdawê re da xuyakirin: “Hewldan ji bo handana welatan ji bo ku bikevine nav pevçûneke çêkirî li gel Komara Îslaiya Îranê, bi awayekê reha dê bibe sedema encamên berovajî. Herwiha dê bandoreke neyênî hebe li ser rewşa Iraqê û tevahiya navçeyê.”

Her têkildarî heman mijarê, Nûnera Taybet a Sekrterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê, Jeanine Hennis-Plasschaert dibêje: “Ev rewşeke din e li ser milê Iraqê, tişta herî dawî ye ku Iraq bixwaze. Lewma ya ku em dibînin ev e ku Iraqê pirsek heye di derbarê parastina axa xwe de, ku nebe qadek ji bo milmilaniyên cuda û Iraqê para xwe heye.”

Plasschaert herwiha di raporta xwe ya ji bo Encûmena Asayişa Navdewletî de, bi tundî bilindbûna asta gendeliyê li Iraqê rexne kir.

Nerîna min :