PolîtîkRojev

Tan: Hevdîtin di çavderiya MITê de bûn !

Parlementerê berê yê HDPê Altan Tan tevlî bernameye Medyascopê bû. Di bernameyê de Tan behsa weneyên rêvebir û parlementerên HDPê yên li gel rêveberên Qendilê hatîn belav kirin daxûyaniyek da.

Di vê derbarê de Tan behsa çûyinên xwe yên Îmralî jî kir û got:Hingê du dezgehên girîng hebûn. Yek ji wan MIT û ya duem jî Mişteşariya Ewlehiyê. Em bi çavderiya karmendên van herdu dezgehan de bi wesiteyeka dewletê çûn Îmralî.Cardin bi izna dewletê û çavderiya berpirsekê MITê me li gel Abdullah Ocalan hevdîtin kir.

Altan herweha behsa cureyî çûyina xwe ya Qendil jî dike û dibêje: Ji bo çi em çûn Qendîl? Abdullah Ocalan di hevdîtinê de nameyek ji bo hevalên xwe yên Qendîlê nivîsand.Ev nameya hanê dan me û me bir Qendil.Başe Ocalan ev name çewe ji mere rêkir? Ocalan vê nameyê dinivîse û dide berpirsên MITê, MITê jî ev name gihan destê şanda HDPê.

Berdewamiya daxûyaniya xwe de Tan got: Weneyek li Qendil hate girtin û ez jî di vî weneyî de bûm. Şeva ku me hevdîtin li gel berpirsên Qendil pêkanî, Murat Karayilan ji bo bîreweriyekî weneyek girt.Hinek hevalên me naxwestan ev wene bê girtin. Lê Karayilan got ku, dê ev arşîva me de bimîne.Lê hêja em derbasî Tirkiye nebûyîn, ev wene di medya Tirkiye û ya Ewropayê de hate belav kirin. Ev skandalek bû. Hingê ev wene gelekî nehat rojevê, lê îro vî weneyî wek tawanekî dibînin ev jî bê ehlaqiye.

Back to top button