Civak

Tan bersiva Baransu da

Parlementerê Diyarbekirê Altan Tan bersiva nivîsa nivîskarê rojnama Tarafê mehmet Baransû da. Baransu di nivîsek ya xwe de behsa Altan Tan kirîbû. Mehmet Barnasu di ve derbarê de gotibû ku, “ Altan Tan demeke dirêj hewlda ku xwe bi rêya siyasetê bigihîjîne Enqerê. Pêşiyê partiya Refahê ya Erbakan re flort kir. Lê paşê hinek kes kirin navbeynê û xwest Mehmet Agar re siyasetê bike. Mehmet Agar zilamê dewleta kûr e û di pirsa Susurlukê de gomanbare.

Piştî vê jî xwe nêzikî Ak Partiyê kir. Demek dirêj ma li bendê ku Ak Partî wî bike şeredarê cihekî yan jî bike parlementer. Dema ev jî nebû Altan got: “Heger ferman ya melîka be, çîya jî yê mene“ û tevlî BDP-ê bû.“

Altan tan  îro di nivîsa xwe ya rojnama Tarafê de bersiva van îdiayên Baransu dide û bi kurtahî dibêje: Ez tucara li dûv berjewendiyê xwe neketime û min siyaset nekiriye. Sala 2000-2002-ê, min di nav HADEP-ê de cih girt û bûm endamê meclisa partiyê.Min rojnama Ozgur Gundem, Demokrasi û Politika de nivis nivisîn.
Sala 1995-ê Partiya Rêya Rast ji Diyarbekir xwestin min bikin kandîdat di rêza duyem de, lê min qebûl nekir.

Tan di bersiva xwe de behsa Mehmet Agar jî dike û di vê derbarê de beşek nivîsa xwe de dibêje: Mehmet Agar sala 2006-ê hate Diyarbekir.Galip Ensarioglu,li Otela Dedeman a Diyarbekir xwarinek da û 13-14 kes dawet kirîbûn. Min li wê derê Mehmet Agar naskir. Ev civînek gelek Taybet bû.

Di vê hevdîtinê de heta paşîvê me li ser her tiştekî gotubêj kir. Piştî wê hevdîtina me roja din Mehmet Agar ew gotina xwe ya meşhur got. “ Bila ji serê çiya dakevin li deştê siyasetê bikin“.Wê şêvê yên ku di civînê de amade bûn, Sezgin Tanrikulu niha  cigirê serokê CHP û parlementerê Stanbulêye. Galip Ensarioglu parlementerê Ak Partiyê ye. Kutbettin Arzu parlementerê Ak Partiyê yê berê û niha jî cigirê wezire.Ez jî parlementerê Diyarbekirê me.

Di berdewambûna nivîsa xwe de Tan behsa helwesta xwe dike û dibêje: Ev şer şerek qirêje û ez li dijê vî şerî disekinim. Yên hatin kuştin polis û jina wî jî sivîl e. Leşkerên 20 salî li serê çiyan jî tên kuştin gunehe.Ez li dije tehdîda ku hatî idiakirn  li Şivan hatî kirin û dijê tehdîta ku  li Miroglu jî hatî kirin derketim, min di van derbaran e nivîs nivîsîn…

Back to top button