Hevpeyvîn

Talebanî: Ragehandina dewleta kurdî karekî mistehîle

 

Celal Talebanî sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê û serokomarê Îraqa federal di hevpeyvîneke xwe de digel televizyona Elcezîre a bi îngilîzî,got ku ragehandina deewleta kurdî karekî mistehîl e. 

Talebanî got ku, nuha di berjewendiya kurdan de ye di çarçoveyê Îraqa federal de bimînin û pêwîste gênc û ciwan bizanin ragehandina dewleteke serbixwe a Kurdistanê di pêşerojê jî de karekî mistehîle:

Raste kurdan li Kurdistana Îraqê mafê dewlete serbixwe heye, lê dive em wan mafên xwe jib o xizmetkirina demokrasiyê û destûra Îraqê ku, ew destûr tekîdê li ser yekparşeyîya axa Îraqê dike,  bikarbînin.

Destûra Îraqê, miqayse digel deverên din yên Îraqê, li herêma Kurdistanê piraniya dengan bi dest anî, ev jî baştirîn belgeye ku, kurd dixwazin di îarîoveyê Îraqeke demokratîk û federal de bimînin û xurtkirina demokrasiyê jî jib o kurdan baştirîn garantîye.

Sekreterê YNK di hevpeyvîna xwe a digel Elcezîra bi înglîzî tekîd li wê yekê kir ku di cîhanê de cîyê dewletên zeyîf nabe.

Weke tê zanîn Celal Talebanî di sala 2008ê de jî di bersiva pirseke rojnamevanekî tirk de gotibû: “ Dewleta kurdî xewina şaîrane.”

 

Back to top button