Talebanî hikûmeta Berhem Salih diparêze
Çavkaniyeke bilind ji Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê ji Xendanê re got:
– Daxwaza her sê aliyên mixalefetê ku roja sêşema borî di beyanameyeke hevbeş de ragihandin û daxwaza hilweşandina hikûmetê kirin, cîhê qebûl kirinê nîne. Serokomarê Iraqê rijd e li ser mayîna Berhem Salih wek serokê hikûmeta herêmê lê digel wê yekê de jî Talebanî çi îtîraz nîne bo pêkanîna hinek guhertinan di wezaretan de bi mercek serokê hikûmetê di postê xwe de bimînin.
Heman çavkaniye got:
– Daxwaza mixalefete ji bo hilweşandina hikûmetê tolhilanîna şexsî ye.
Serkomarê Iraqê Celal Talebanî û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çarşema borî li Selahedînê li hev civiyan û di civîna duqolî de her du serokan, li ber ronahiya pêşhate û guherînên dawîn yên di hemû ast û waran de, rewşa Iraqê bi giştî û herêma Kurdistanê bi taybetî gotûbêj kirin.
Her weha derbarê pêrabûnên reforma di karûbarên hikûmeta herêma Kurdistanê de gotûbêj hate kirin û herdu aliyan jî tekîd li pêwîstiya parastina asayîşa Kurdistanê û bihêzkirina nav mala Kurdistanê kirin.
Ji aliyekî din ve sekreterê polîtbroya PDKê Fazil Mîranî di çavpêketineke xwe ya digel Zagros TVyê de got:
– Muxalefet, desthilat û xelk pêdivî bi aştbûneke siyasî heye. Wekî mîllet ku di qeyranekê de ne pêwîst e em li ser çareseriyê bihizirin. Eger çarseriyek neyê peyda kirin kes li cihê xwe namîne, ne muxalefet, ne desthilat û ne jî xelk. Nabe em berjewendiyê xwe bifirin. Li Kurdistanê çarenivîsa me hemûyan yek e.
Hersê partiyên muxalefetê yên Kurdistanê Tevgera Goran, Yekgirtû û Komela Îslamî çend roj berê bi resmî daxwaza hilweşandina hikûmeta herêma Kurdistanê kirin. (dengeazad)