Swîsre amadeye alîkariya Kurdistanê bike
Roja pênçşem 28.01.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Hans Pîtêr Lênz Balyozê nû yê destnîşankiriyê Swîsre li Iraqê kir.Li hevdîtinê de Balyozê Swîsre li Iraqê rêz û pêzanînên xwe û welatê xwe ji bo gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku li rewşeke sext û dijwar da mîhvandariya hejmarekî gelek zêdeyê koçber û lêqewimiyan kiriye ku ewe bi xwe barekî girane û ragihand ku welatê wan hez dike li rêya rêxistinên navdewletiyan karên hevbeş li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî li yarmetîdana koçberan de bike. Balyozê Swîsre li Iraqê ji bilî derbirîna nîgeraniya xwe ya li ser qeyran û tehdîdên darayî ya Herêma Kurdistanê, piştevaniya welatê xwe jî li hemû rewşek de ji bo gelê Kurdistanê dûpat kir.Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta gel û Hikûmeta Swîsre kir û di derbarê koçberan de balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê yarmetîdana xelkê lêqewimî bi erkekî mirovî û niştîmaniya xwe zaniye û ji bilî hebûna şerê Da’îş û tehdîdên aborî ewe ji destê wan hatiye ji bo penaber û koçberan kiriye û balkişand li ser wê yekê ku hê jî civaka navdewletî li babeta penaber û koçberan da wekî pêwîst yarmetiya Herêma Kurdistanê nedaye.Her li vê kombûnê da rewşa siyasiya Iraqê û rewşa penaber û koçberan û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Swîsre guftûgo kirin.