Cîhan

Swêdê ji bo kurdê girtî li Bulgaristanê çi kiriye?

Ev bû nêzîkê mehekê ku kurdekî mala wî li Swêdê ye li Bulgaristanê di nezaretê de ye. Kesê girtî hem welatiyê Swêdê ye hem jî yê Tirkîyê ye û herî dawî 20ê vê mehê, ango roja şemiyê divê Bulgarîstan biryarekê bide; yan wî serbest berde yan jî ji bo teslîmkirina wî ya Tirkîyê bikeve nav tevgerê.

Îcar gelo ji bo vî kesê girtî wezareta derve ya Swêdê çi kiriye?

Berpirsa têkiliyan ya wezareta derve ya Swêdê Charlotta Ozaki Macias dibêje wan di nezaretê de serdana kesê girtî kirine, têkiliya wan  bi ehlên wî re heye û avûkatek jê re tayîn kirine.

Kesê ku li Bulgarîstanê hatiye girtin kurdekî 51 salî yê ji Bakurê Kurdistanê ye û ev nêzîkê 25 salan e ku ew ji wira reviyaye û li Swêdê dijî. Di 17ê hezîranê de tevî malbata xwe ji bo tatîlê ew çûbû Bulgarîstanê û dema ji balafirgehê peya bûbû yekser hatibû girtin.

Malbata kesê girtî radigihînin ku ji ber çalakiyên xwe yên siyasî yên li bakurê Kurdistanê, Tirkî li wî digere û lewra ew hatiye girtin.

Wezareta derve ya Swêdê jî eşkere dike ku sebeba girtina wî lêgerîna Tirkîyeyê ye.

Charlotta Ozaki Macias dibêje:

–         Agahiyên di destên me de ev in. Tirkîye ji 2009ê ve bi rêya lêgerîna navnetewî, ango Interpolê li vî kesî digere. Ji ber vê sebebê Bulgarîstan ew xistiye bin çavan de.

Belê, ji ber ku dewleta Tirkî li kurdê 51 salî digere Bulgarîstanê ew xistiye bin çavan de û haya wezareta derve jê heye bê Tirkî bi çi sûcî wî gunehbar dike. Bes derheqê vêya de ew naxwazin tiştekî eşkere bikin.

–         Erê, sebeba ku li wî digerin em dizanin, lê çênabe ez eşkere bikim bê mesele çi ye. Ji ber ku di vir de qaîdeya sirveşartinê derbas dibe. Eşkerekirin dê feydeyekê nediyê.

 Li ser pirsa me ya bê gelo Tirkîye daxwaza teslîmkirina wî ji Bulgarîstanê kiriye jî Macias dibêje haya wan ji agahiyeke wiha nîne.

 

Ji bo piştgiriya kesê girtî li Swêdê jî malbat û nasên wî çalakiyên cihêreng li dar dixin. Di 24ê hezîranê de li bajarê ku ew lê dijî, li Lidköpingê xwepêşandanek hate lidarxistin. Li ser medyayên civakî kampanya hatine destpêkirin û îmze têne berhevkirin. Malbat û nas ditirsin ku ew teslîmî Tirkî bê kirin û xuya ye ev xeter heye.

Wezareta derve ya Swêdê bi xwe dide zanîn ku ew ti ferqê naxe navbera bê kesek tenê hemwelatiyê Swêdê ye yan bê ew hemwelatiyê du dewletan e. Bê rutînên wan çibin ew li gor wê tevdigerin û ji bo vî kesê girtî jî wan ev rutîn anîne cî, wek danîna têkiliyê û tayînkirina parêzer. Lê ji ber ku kurdê girtî hemwelatiyê Tirkîyeyê jî ye dibêje Charlotta li hember teslîmkirina wî ya Tirkîye ew nikarin tiştekî bikin.

–         Mesela teslîmkirine pirseke di navbera Bulgaristan û Tirkîyeyê de ye. Di vir de tu rolê me nîn e. Yanî mecala me nîne em nêrînên xwe diyar bikin û heta em nikarin şermezar jî bikin.

 

Ev gotinên berprisa têkiliyan ya wezareta derve Charlotta Ozaki Macias bûn derheqê kurdê ku li Bulgarîstan girtiye de. (Zayele)

Back to top button