Polîtîk

Suudiyê hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê bi cîh dike

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên xwecihiyên ji Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihand, Suudiyê hêzên xwe li Bingeha Şedadiyê ya li parêzgeha Hesekê bi cîh kiriye û tê çaverêkirin ku hêzên Suudiyê li wî bingehî bimînin.

Berî niha jî çendîn caran Suudiyê alîkariya Rojavayê Kurdistanê kiriye û dijberiya xwe li hember êrîş û dagîrkeriya tirkiyê de diyar kiriye.

Her wiha kanala Rusya Today jî ragihand ku hêzeke welatê Suudiye ji bo alîkarîkirina Hêzeka Artêşa Amerîka gihîştiye bajarê Hesekê ya li Rojavayê Kurdistanê û ew hêza Suudiye ji 20 serbazan pêktê û li Bingeha Tacî ya li welatê Iraqê ber bi Sûriyê çûne.

Back to top button