Sûriye piştî 13 salan… nîv milyon mirî û sê “dewletên” feqîr û wêrankirî.
Hewldanên bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî ji bo dîtina çareseriyeke siyasî her ku diçe têk diçin…
Li Suriye şerê 13 salan de zêdetirî 507 hezar kes hatin kuştin.
Şer bû sedema awarebûn bi milyonan li hundir û derveyî welat, welat wek sê “dewletan” hate dabeşkirin ku, di bin kontrola partiyên Sûriyê de ne û ji aliyê artêşên ku di nav wan de Amerîka, Rûsya, Îran û Tirkiye jî tene pişgirîkirin.
Di 15ê Adara 2011an de li gelek herêmên Sûriyê xwepêşandanên gel ên aştiyane dest pê kirin û desthilatdaran bi tundî û zorê bersiva wan dan, rewş bi lez û bez veguherî şerekî wêranker, ku bi zêdebûna bandora rêxistinên tundrew û destwerdana çendîn aliyên derve gurtir bû.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku hejmara kuştiyên sivîlan di dema şer de ji 164,000 kesan derbas bûye, di nav wan de zêdetirî 15,000 jin û 25,000 zarokin.
Rewangehê kuştina zêdetir ji 343,000 şervanan ragihand, di nav wan de endamên artêşa Sûrî, endamên komên alîgirên Îranê, şervanên Kurd, çekdarên opozîsyonê, û grubên tundrewên dinjî hene. Dan xûyakirin ku, hêzên ewlehiyê 973,000 kes girtin û 105,000 kes jî di bin îşkenceyê de hatin kuştin.
Netewên Yekgirtî hişyarî da ku 16.7 milyon kes li Sûriyê pêwîstiya wan bi curekî alîkariyên mirovî di vê salê de heye, “wekî bi qasî sê çaran ji nifûsa welat, û nûnertiya herî mezin a kesên hewcedar e ji destpêka qeyranê ve” di sala 2011an de.
Neteweyên Yekbûyî dibêje ku nêzîkî 7.2 mîlyon Sûrî di navxwe de aware bûne. Erdheja wêranker a ku di Sibata 2023an de li Tirkiye û Sûriyê rû da, pirsgirêk girantir kir. Herwiha bi jimare diyar dikin ku 6.5 milyon penaberên sûrî hene, ku piraniya wan li welatên cîran in, ji bilî zêdetirî milyonek penaber li Ewropa û welatên din bi cih bûne.
Herêmên berfireh ên bakur-rojhilat û bakur-rojavayê Sûriyê hîn jî li derveyî kontrola Şamê ne.
Suhêr Zeqût, berdevka Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor li Şamê, got ku pevçûn “encamên wêranker” li ser Sûrîyên li seranserî welatî hene, ku dibe sedema êşên “ne xeyal”. Wê got jî: “Sûriye nifşek bi tevahî heye… ku ji bilî windahî, koçberî û şer tiştek nedîtiye.”
Şer tevahiya taxan hilweşand û bi sedên avahiyên niştecihbûnê, laboratuar, kargeh, û binesaziyê wêran kir, di heman demê de cezayên rojavayî yên ku li ser Şamê sepandibû krîzên welat girantir kir.
Zeqût tekez kir ku divê rêxistinên mirovî “asta herî kêm ji xizmetguzariyên bingehîn” wek av û tendirustiyê biparêzin “da ku ev beş têk neçin.”
Tevî ku bêtirî ji sedî 90 ji nifûsê di bin xeta hejariyê de dijîn, Cîgirê Kordînatorê Mirovî yê Herêmî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Qeyrana Sûriyê, David Cardin, hefteya borî hişyarî da ku dibe ku pirsgirêkên darayî bandorê li gihandina alîkarî û xizmetguzariyan bike.
Sê “dewlet” û çareseriyeke siyasî tune
Tevî ku hêzên serokê Suriye Beşar Esed, di detspêka şer de gelek deverên ji destdayîn bi arikariya hevalbendên xwe Îran û Rûsyayê ji cardin vegerandin, lê deverên berfireh li bakur-rojhilat û bakur-rojavayê welêt hîn li derveyî kontrola wan in. Rûbera Sûriyê 185 hezar kîlometre çargoşe ye. Hêzên hikûmetê, bi piştevaniya Rûsya û Îranê, nêzîkî 65 ji sedî ji wê kontrol dikin, di heman demê de “Hêzên Sûriya Demokrat” bi piştgiriya Amerîka, nêzîkî 25 ji sedî ji axa rojhilatê çemê Feratê, ku dewlemendiya sereke ya welat wek petrolê dihewîne, kontrol dike. Opozisyon an jî komên îslamî yên ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştgirîkirin, li bakur û bakurê rojavayê welêt kontrol dikin.
Îsraîl jî berdewam e ji bo armanckirina berjewendiyên Îran û Hizbullahê li Şamê û herêmên di bin kontrola hikûmetê de. Piştî şerê Xezeyê di Cotmehê de, pevguhertina bombebaranan di navbera hevalbend û ajanên Amerîka û Îranê de li rojhilatê Sûriyê zêde bû.
Hewldanên siyasî yên bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî ji bo dîtina çareseriyeke siyasî berdewamin. Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê, Geir Pedersen, meha borî got ku Mosko û Şam red kirin ku danûstandinên nû li Cinêvê bikin, ku tê de çend gerên danûstandinan ji bo amadekirina destûreke nû ya Sûriyê hatine kirin.
Pedersen dê di 17ê Adarê de serdana Şamê bike û bi Wezîrê Derve Feysel El-Miqdad re bicive û bi mebesta gotûbêjkirina lidarxistina civîneke Komîteya Destûrî di nav nakokiyên li ser cihê wê de. Şam dixwaze li Bexdayê be, di heman demê de Neteweyên Yekbûyî xwe bi Cenevreyê ve girê dide, ku Moskow vê yekê red dike ji ber helwesta Swîsreyê di piştgirîkirina welatên Rojava de di şerê Ukraynayê de.
Sala borî piştî 12 salan, di qada dîplomatîk a Sûriyê de guhertin çêbûn, Şamê ji nû ve destpêkir peywendiyên xwe bi çend welatên ereb re deyne, Kursiyê xwe di Yekîtiya Dewletên Erebî de wegerand, û piştre beşdarbûna Serok Suriye Esed di Lûtkeya Erebî ya li Ciddeyê pêkhat.
Amerîka û welatên Ewropî red dikin ku peywendiyên dîplomatîk bi hikûmeta Sûriyê re ku sala 2012an ve hatîn cemidandin ji nûve destpêbike. Herwiha sizayên aborî li ser sazî û kesên girêdayî Şamê ferz dikin, û Amerîka, Almanya, Fransa û Brîtanya jî rêkeftineke hevbeş derxistin. Daxuyaniya roja Înê bi helkefta salvegera 13an, tê de tekezî li ser pabendbûna xwe bi “sê na” re kir, ku Na ji asayîkirina bi Esed re, na ji rakirina sizayan re, na ji nûavakirinê re berî ku çareseriya siyasî li Sûriyê pêk were.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Welatên me tu îhtîmaleke asayîbûnê bi rêjîma Esed re nabînin û ji nû ve avakirinê û rakirina sizayan nadin heta ku pêşketineke rasteqîn, watedar û mayînde ber bi çareseriyeke siyasî ve pêk were.” Danxûyakirin ku; “Rêvebirina siyasî ya ku Sûriyan xwedî û serkêşiya wê dike li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254 tenê mekanîzmaya guncan e ku bikare aştiyeke mayînde ji gelê Sûriyê re peyda bike,” pêşwazî li daxuyaniya Pedersen ya komkirina Komîteya Destûrî di Nîsanê de li Cinêvê dikin.
Çavkanî:
London: Majalla