Sunda bi serê bav û gora wan
Pir kesên xuyanî hene ku sonda wan tenê bi serê bavê wan e, lê hin caran jî sond bi gora bavê wan e.
Zeynelabidin Zinar
Di Çanda Kurdî de
SONDA BI SERÊ BAV Û GORA WAN
Bêguman Çand/Kultir zagona jiyanê ye.
Hin netewe hene ku li çanda xwe xwedîtî dikin, lê hin jî hene ku zêde xwedîtî nakin û heşifî ne.
Hin milet hene ku pir sond dixwun, hinek jî hene pir kêm sond dixwun.
Lê sondxwarin di nava Kurdan de zêde çêdibe.
Tewrên sondxwarinê pir û gelek hene.
Lê sonda ku ji bo Kurdan pir girîng e SERÊ BAV û GORA BAV e.
Di Toreya Kurdî de sonda bi serê bavê xwe û ya bi gora wî, cihekî girîng wergirtiye.
Pir kesên xuyanî hene ku sonda wan tenê bi serê bavê wan e, lê hin caran jî sond bi gora bavê wan e.
Ew sond ne bi Xwedê, ne bi Quran û Mishefê, ne bi Laleş û pêxemberekî yan bi şêxekî çêdibe, lê sond bi serê bavê wan an jî sond bi gora bavê wan çêdibe.
Ev kultura sondan bi vî rengê ku li jorê htiye gotin, di nava hemû çînên Neteweyê Kurd de heye. Ola Kurdan, rêçik û mezhebê wan çi dibe bil bibe, sond her ew e. Yek dibêje:
BI SERÊ BAVÊ MIN…
BI GORA BAVÊ MIN…
Ev hawe jî, rêzmendiya ji bo bav û bapîran dide xuyakirin, hem jî xurtbûna sîstema malbatî ku di nava Kurdan de çiqas xurt e eşkere dibe.
Bêguman di van 40 salên lêkolînên min ên cuda cuda de, diyar bûye ku li ser her meselokeke kurdî, her bwêjek û gotineke pêşiyan çîrokeka xwe, serpêhatî û rûdaneke xwe jî heye.
Ev haweyê ku hate gotin, ne bi sedan lê bi hezaran mînak li ba min hene.
Mînaka li ser sondê jî, ev gotina pêşiyan heye:
. BAVÊ XWE KUŞTIYE JI BO KU BI SERÊ WÎ SOND BIXWO.
Çîroka vê dirêj e…
Bi hêviya lêkolînine berfireh ji aliyê ciwanên Kurd ve li ser babetên wisa.
Her şad û berxwedar bin…
20/ 07/ 2023. 10:19