
Îro yekşem hilbijartina Serokayetiya welatê Rûsyaya Spî(Belarûs) birêve diçê, pêşbazî li navbera Serok Alexander Lukashenko û Svetlana Tikhanovskaya ye ku li şûna hevjîna xwe yê li girtîxaneyê de xwe berbijêr kiriye.
Alexander Lukashenko ku bi “Dîktatorê dawî yê Ewrupa” yê tê bi nav kirin û li sala 1994 ve li ser kursiya desthilatê ye, hewl dide ji bo xula şeşem jî bibê Serokê Belarûs, lê belê li vê dawiyê dengên rikeberên wî welatî zêde kirine. Her çende egereke bihêz heye ku Alexander Lukashenko dîsa serbikeve, lê belê li hilbijartinê de xanima Svetlana Tikhanovskaya gefeke bihêz li Serokê kevin dike.
Li hilbijartina 2015 Lukashenko yê temen 65 salî % 85.5 ê dengan bi dest ve anîbû, lê belê bi tûndî kete bin rexneya civaka navdewletî û beşeke xelkê Belarûsê ku sextekariyeke mezin li hilbijartinan da kiriye.